Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
HPG'ê li herêma Behra Reş jî li artêşa tirk xist | Çap kirin |
 Hêzên Parastina Gel HPG'ê li herêma Behra Reş jî li artêşa tirk xist, herî kêm 3 leşker birînda bûn.
Gerîlayên HPG'ê li bejahiya bajarê herêma Behra Reş Gumuşhaneyê li leşkerên derketibûn operasyonê xistin.

Çalakiya gerîlayên HPG'ê li herêma di navbera gundên Yeşîlbuk û Aksaray yên navçeya Şirvanê pêk hat.

Di encama çalakiyên gerîlayên HPG'ê ya li bejahiya Gumuşhaneyê de, herî kêm 3 leşkerên tirk birîndar bûn.

Hêzên tirk 3 leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Erzînganê û operasyona li herêmê jî dewam dike.

Di vê navberê de, berdevkê alîkarê Waliyê Gumuşhaneyê Mehmet Demîral jî çalakiya gerîlayên HPG'ê ya li bejahiya Gumuşhaneyê piştrast kir.

Alîkarê walî got ku, operasyona li herêmê dewam dike.

< <<   >> >