| Ciwan ji bo Ocalan azadî qîriyan. | | Çap kirin | |
|
3 emîn Festîvala Çand û Sporê ya Amarayê bi slogana 'Ji Ocalan re Azadî' destpê kir.
Festîval li bajarê Graz li Sport-holtel Rîtzînger ê destpê kir. Tevî çalakiyên sporê, Ferhat Tunç, Koma Çarnewa , Serhado, Cevdet Bagca, Huseyîn Guler û koma govendê derketin ser dikê. Ciwanên Kurd di festîvalê de ji bo azadiya Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan slogan qîriyan. Li aliyê din tecrîda li ser Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, li Rojhilat û Başûr-rojavayê Kurdistanê bi çalakiyan hate şermezarkirin. Di çalakiyan de, ciwanan bê navber ji bo Ocalan sloganên dilsoziyê qêriya û banga tevlîbûna pêngava 'Êdî Bes e 'li tevahiya ciwanên Kurd kirin. Li paytexta Sûriyê Şamê jî, Tevgera Ciwanên Demokratîk bi armanca balê bikşînin ser tecrîdkirina Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, civînek li dar xistin. Di civînê de girîngiya 2 emîn qonaxa pêngava 'Êdî Bes e' hate destnîşan kirin û ji gelê Kurd hate xwestin bi awayekî çalak tevlî pêngavê bibe. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
