| Dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' 4 hezar kesan derbas bû. | | Çap kirin | |
|
Hejmara kesên ji bo protestokirina dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' 4 hezar kesan derbas bû.
Hejmara kesên ji bo protestokirina dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' 4 hezar kesan derbas bû. Parlementer, şaredar, rêveberên DTP û nunerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de, zêdetirî 4 hezar kesan bi daxwaznameyên bi gotina 'Birêz' xîtabî Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan dikin, serî li dozgeriyên tirk dan. Zêdetirî 4 hezar kesan, bi daxwaznameyan dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' protesto kirin, gotin ku heger bi gotina 'Birêz' xîtabkirina Ocalan sûc be, ew jî heman sûcî dikin. Kampanya protestokirina dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' di 23'ê gulanê de, li Amedê dest pê kiribû û bi bajar û navçeyên din dewam dike. Di vê navberê de, girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgehên bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî, tevlî kampanya 'Birêz Ocalan' bûn. Girtiyan jî bi daxwaznameyan xwe îxbar kirin û piştgirî dan kampanya li dijî dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan'. Ji ber vê jî, rêveberiyên girtîgeha Semsûr, Kurkçuler û Meletiyê jî di nav de, derbarê girtiyên ji doza PKK'ê de, lêpirsîn vekirin. Hewldanên hêzên tirk ên ji bo astengkirina kampanya 'Birêz Ocalan' pere nakin û kampanya her ku diçe belav dibe. Li hemberî dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' doh jî bi sedan kes di nava tevgerê de bûn. Li Mêrsîn û navçeyên Stenbol, Bakirkoy, Şîşlî, Kadikoy û Kagithaneyê bi sedan kesan, bi daxwaznameyên bi gotina `Birêz` xîtabî Rêberê KCK`ê Abdullah Ocalan kirine, serî li dozgeriyê dan. Bi sedan kesên serî li dozgeriyê dan, dozên ji ber gotina `Birêz Ocalan` protesto kirin. Serdozgeriyên tirk jî, ji ber tirsandina gel û pêşiya kampanyayê bigirin, biryara binçavkirina serlêdêrên Mêrsîn û navçeya Stenbol Bakirkoyê dan. Polîsên Mêrsînê, li ser biryara dozgeriyê, Seroka DTP'a Mêrsînê Fîlîz Yilmaz jî di nav de, 61 kes girtin binçavan. Binçavkirina 61 kesan jî, îro bi daxuyaniyeke girseyî ya li ber avahiya ÎHD'ê hate şermezar kirin. Serokê Giştî yê ODP'ê û parlementerê Stenbolê Ufuk Uras û Rêveberên DTP, ODP, EMEP, SDP, ÎHD, ESP, KESK, MKM-DER, GOÇ-DER, Oz-Yurt Der, Genel-Îş û Mala Gel jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Serokê Giştî yê ODP'ê û parlementerê Stenbolê Ufuk Uras beriya daxuyaniyê axivî û bi bîr xist ku, mafê her welatî heye daxwazname bide. Uras binçavkirina kesên daxwazname dan şermezar kir û xwest ku kesên binçavkirî bên berdan. Piştî Uras, Serokê ÎHD'a Mêrsînê Mîrza Mehmet Soylemez daxuyanî xwend û binçavkirina kesên daxwazname dabûn şermezar kir. Soylemez xwest kesên binçavkirî bên berdan û ji gel jî xwest ku roja duşemê saet di 13'an de tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Edliya Mêrsînê bibin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 