|
Kazakistan û Kirgizîstanê jî tevlî karwanê terorîst îlankirina Tevgera Azadiya Kurd bûn.
Rêveberiyên Kazakistan û Kirgizîstanê li ser daxwaza Tirkiyê, Tevgera Azadiya Kurd PKK, wekî rêxistineke terorîst îlan kir. Kurdistaniyên li her du welatan, bi zimanekî tund, biryara terorîst îlankirina PKK'ê şermezar kirin. Kurdistaniyan, ji rêveberiyên Kazakistan û Kirgizîstanê xwestin ku şaşiya kirine sererast bikin û biryarê paşde bigirin. Serokatiya Dîwana Kongra-Gel jî, ji ber biryarê rêveberiyên Kazak û Kirgiz hişyar kir û got, ji ber biryarê kurdên her du welatan dibin tehdîtê ne. Kongra-Gel da zanîn ku encama hevkariya antî-kurd têkçûne û got: 'Berxwedena me ya ZAPê û Pêngava Êdî bes e' nîşan dan ku, dewleta tirk çi dike bila bike, wê nikaribe bi ser bikeve.
|