| Kampanya 'Birêz Ocalan' belav dibe. | | Çap kirin | |
Li navçeyên Stenbol Kuçukçekmece û Umraniyeyê jî, bi sedan kesan bi daxwaznameyên 'Birêz Ocalan' xwe îxbat kir. Kampanya protestokirina dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' belav dibe. Îro jî li navçeyên Stenbol Kuçukçekmece û Umraniyeyê bi sedan kesan ji bo protestokirina dozên ji bo gotina 'Birêz Ocalan' daxwazname dan dozgeriyê. Serokên DTP'ê yên Buyukçekmeceyê, Kuçukçekmece, Avcila û Silîvriyê jî di nav de bi sedan kes ji bo xwe bi daxwaznameyan îxbar bikin, çûn Edliya Kuçukçekmeceyê. Li ser navê girseyê Serokê 4 navçeyên Stenbolê Dagistan Koç, Berat Anli, Gulay Çelîk û Şukru Yavuz 450 daxwaznameyê bi gotina 'Birêz Ocalan' dan dozgeriyê. 450'î kesên daxwazname dan, dozên ji ber gotina 'birêz Ocalan' protesto kirin û dan zanîn ku, heger ev gotin sûc be, ew jî vî sûcî dikin û dibêjin 'Birêz Ocalan'. Serokê DTP'yî piştî daxwazname dan dozgeriyê, bi fermana dozger ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û piştî îfadeyê hatin berdan. Li Umraniyeyê jî, 100 endamên DTP'yê bi heman armancê 100 daxwazname dan dozgeriyê. Serokê DTP'a Umraniyeyê Mustafa Boztepe û heyeteke 4 kesî li ser navê 100 kesan daxwazname da dozgeriyê û dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' protesto kirin. Serokê DTP'a Umraniyeyê Mustafa Boztepe piştî daxwazname dan dozgeriyê, ji çapemeniyê re axivî û got ku, wan bi daxwaznameyan gotina 'Birêz' xîtabkirina Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan sûc be, ew jî îmze diavêjin bin vî sûcî. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F ya Buca Kiriklarê, helwesta kêfî ya li dijî girtiyên ji doza PKK'ê dewam dike. Rêveberiya Girtîgehê, ji ber balê bikişînin ser rewşa Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê ya 2 rojî pêk anîne, ceza da girtiyan. Li gorî agahiyan, rêveberiya girtîgehê, ji bo 2 mehan cezayê ragihandina bi derve re daye girtiyên ji doza PKK'ê. Ji ber cezayê jî, wê girtî nikaribin li tevahiya 2 mehan, mafên name-şandin, name-girtin û telefonê sûd werbigirin. Li aliyê din, rêveberiya girtîgeha tîpa F ya Tekîrdagê jî, bi sedema ku derbarê pêkanînê li girtîgehê de, di dema serdanê de Wezîrê Edeletê tirk Mehmet Alî Şahîn agahdar kiriye, zextan li girtîge Murat Aktaş dike. Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê xwestin dawî li cezayê hucreyê yê li dijî Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan were anîn. Girtiyan, derbarê cezayê hucreyê yên li dijî Ocalan de, ji Wezereta Edeleta Tirk re nameyek şandin. Girtiyan bi nameyê bal kişandin ser cezayê hucreyê û gotin: 'Ji ber birêz Abdullah Ocalan derbarê pirsgirêka kurd de, dîtinên xwe anîne ziman, cezayê hucreyê hatiye dayin. Ev ceza ne însanî û hiqûqiye. Em dixwazin rojek zû ev cezayê li hemberî Rêberê me were rakirin'. Girtiyên ji doza PKK'ê yên Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê ji wezeretê xwestin ku, heger cezayê hucreyê yê Ocalan betal neke, wê demê heta cezayê Ocalan biqede, heman cezayê hucreyê bidin wan jî. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 
Li navçeyên Stenbol Kuçukçekmece û Umraniyeyê jî, bi sedan kesan bi daxwaznameyên 'Birêz Ocalan' xwe îxbat kir.