Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
HPG'ê li Sêrt, Dersim û Amedê 13 leşkerên tirk kuştin. | Çap kirin |
 Gerîlayên Hêzên Parastina Gel HPG'ê li Sêrt, Dersim û Amedê 13 leşkerên tirk kuştin.

Gerîlayên HPG'ê li Sêrt, Dersim û Amedê darbeyên mezin li leşkerên tirk ên derketibûn operasyonê xistin.


Navenda çapemeniya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê çalakî û operasyonên 2 rojên dawî de agahî dan.

HPG'ê diyar kir ku, gerîlayên wan pêr li herêma Garisa ya Sêrtê, li leşkerên tirk ên derketibûn operasyonê xistine.

Di encama vê çalakiyê de jî, herî kêm leşkerekî tirk miriye û 6 leşkerên tirk jî birîndar bûne.

HPG'ê derbarê xebatên kontrayî yên li herêmê de jî agahî da û got ku, li herêma Garisa û Herekolê komeke 30 kesî yên kontrayên tirk kincên gerîla li xwe kirine û li herêmê zextan li gel dikin.

HPG'ê ji gelê herêmê xwest ku li hemberî xebatên kontrayî yên artêşa tirk bi histiyarî tevbigerin.

Gerîlayên HPG'ê pêr li bejahiya Perwariyê jî, li nêzî gundê Osyanê li leşkerên tirk xistin. Gerîlayên wesaîta bi tîpa Reo ya artêşa tirk hedef girtin.

Di encama çalakiyê de herî kêm 7 leşkerên tirk mirin, 4 birîndar bûn û wesaîta bi tîpa Reo jî, texrîb bû û hêzên tirk jî bi helîkopteran leşkerên mirî û birîndar ji herêmê rakirin.

Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku gerîlayan li herêma Şehîd Kendal ya Amedê jî, li leşkerên tirk xistin.

Di encama çalakiya di navbera gundên Mala Gir û Mala Şaxo de leşkerek miriye.

Li gorî daxuyaniyê doh jî, li herêma Şehîd Kendalê, li nêzî gundê Reşanê şer derketiye, ji ber şer wendahiyên artêşa tirk çêbûne, derbarê hejmarê de agahî bi dest neketine û gerîla jî bêwendahî vegeriyane cihên xwe.

Navenda çapemeniya HPG'ê anî ziman ku artêşa tirk li herêma Şehîd Kendal jî xebatên kontrayî dimeşîne û ji gelê herêmê xwest ku bi hişyar tevbigere.

Gerîlayên HPG'ê doh li bejahiya navçeya Dersim Hozatê jî, li artêşa tirk xistin û di encamê de 4 leşkerên tirk mirin û 4 jî birîndar bûn.

Operasyona doh li herêmê jî dest pê kiribû, hê dewam dike.

Li Qersê jî, hêzên tirk dest bi operasyoneke li dijî gerîlayên HPG'ê kir û operasyona li bejahiya Amedê jî dewam dike.

Hêzên tirk li bejahiya navçeya Qers Kagizmanê dest bi operasyoneke li dijî gerîlayên HPG'ê kir.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, operasyon li herêma Madur ya Çiyayê Çomçeyê tê meşandin.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku, cerdevanên gundên herêmê jî tevlî operasyonê bûne û helîkopter jî, ji hewayê piştigrî didin.

Li aliyê din, operasyona beriya 5 rojan li bejahiya naveçya Amed Farqînê dest pê kiribû jî, li bejahiya gundên Cumart, Hindes û Şilmayê dest pê dike.

Hêzên tirk doh ji bo piştigiriya operasyonê 3 panzer û gelek leşker şandin herêmê û derbarê encama operasyonê de tu agahî bi dest neketin.

Di vê navberê de, hêzên tirk tanqên doh serê sibê bi trenê biribûn Nisêbînê, doh êvarê jî, ji wir şandin Cizîrê.

< <<   >> >