| Ocalan,Erdogan wekî lîderê herî tawizkar yê dîroka Komara Tirk bi nav kir. | | Çap kirin | |
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîrê tirk, wekî lîderê herî tawizkar yê dîroka Komara Tirk nirxand.Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û dîtinên xwe yên derbarê pirsgirêka kurd û hukumeta AKP'ê de anîn ziman. Ocalan bal kişand ser cezayên hucreyê û got ku, hêzên tirk dest bi pêkanînên cezayê hucreyê kirine û ji ber vê jî, rojname, pirtûk û radyo nadin wî. Ocalan got ku, bi cezayên hucreyê dixwazin dengê wî bibirin û peyama wekî tu di destê me de yî, tu nikarî peyamên bi vî rengî bidî bidin. Lê belê wê bi xwe rastiyan bîne ziman. Ocalan pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê wekî êşkenceya spî nirxand û got: 'Min berê jî gotibû, şertên vir ji aliyekê ve dişibin wekî rewşa Girtîgeha Amedê ya dema cûntaya 12'ê îlonê. Lê pêkanînên vir biçekî din bi zanistî tên meşandin. Pêkanînên vir êşkenceya spî bi gotineke din bi hêdî hêdî kuştine'. Ocalan da zanîn ku pênûsa wî ya hêzên tirk dest danîbûn ser, paşde daye û ji nû ve dest bi nivîsandina beşên mayî yên parêznameya xwe kiriye. Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan siyaseta AKP'ê û Serokê wê Recep Tayîp Erdogan jî nirxandin û got: 'AKP'ê ne tenê di mijara turbanê de, di dosyaya Şemzînanê de jî, derbarê pirsgirêka kurd de tawîz dan'. Ocalan, Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan wekî lîderê herî tawizkar yê dîroka Komara Tirk bi nav kir û anî ziman ku, Erdogan di dema hilbijartinên Serok-komariyê de jî, gelek tawîz dane. Ocalan serdan Baykal ya Kurdistanê û daxuyaniyên wî yên derbarê kurdan de jî wekî lîstikek nirxandin û got: 'Ji ber pêşketinên dawî, li herêmê valahiyek rû da. Baykal dixwaze vê valahiyê tijî bike, lê belê gel nayê lîstika wî û piştgirî nade Baykal'. Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, Serok-komarê tirk Abdullah Gul jî wekî mirovekî Îngilistanê bi nav kir û got: 'Dibe ku hevkariya Abdullah Gul û Devlet Bahçelî pêş bikeve. Alpaslan Turkeş bi xwe jî gotibû mirov bi baldar nêzî Devlet Bahçelî bibe. Bahçelî kesekî ku hatiye wezîfedarkirine. Wê Erdogan hewl bide girseya xwe ya berê dîsa bi dest bixe, lê belê wê nikaribe bi ser bikeve. Ocalan biryara Destûra Bingehîn a Tirk ya derbarê turbanê de jî nirxand û got: 'Bi vê biryarê şerê di navbera îradeya gel, ya Erdogan nekarî bikarbîne û îradeya dadgeriyê yanî yê dewletê de eşkere bû. Di nava dewletê de baskên cûda hene. Ev yek di ekîbên tên vir û wezîfedarên girtîgehê de jî, xuya dike. Her ekîb girêdayî baskekî ye û li gorî baskê xwe tevdigere. Mahîr Kaynak bi xwe jî dibêje di nava dewletê de baksên cûda hene. Ev şerê di navbera baskan de dewam dike û ji ber vê jî krîz kûrtir dibe'. Ocalan careke din hêrsa xwe ya li hemberî Tevgera Çepgira Tirkiyê anî ziman û got: 'Ez xwedî li dîroka wan ya bi şeref derdikevim. Lê belê Çepgirên Tirkiyê li gorî dîroka xwe ya bi şeref tevnagirin. DTP jî di vî warî de kêm dibîne û têkoşîna pêşxistina siyaseta demokratîk li gorî daxwazê nameşîne. Derfetên pêşxistinê hene. Heger ev derfet baş werin nirxandin, wê firsedeke baş derkeve holê'. Ocalan ji rayedarên DTP'ê xwest ku rewşê baş binirxîne û got: 'Heger DTP karibe rewşê baş analîz bike, wê pirsgirêk kûrtir nebe. Ji ber ku ez xetereyan dibînim, dîtinên xwe tînim ziman. Ji ber ez vana dibêjim jî, bi îdîaya fermanan dişînim derv, cezayên hucreyê didin min. Min ji bo valaderxistina van lîstikan partiya sîwan pêşniyar kiribû. Tevgera Azadiya Kurd, di heman demê de Tevgera Azadiya Tirk e. Heger em nikaribin di jiyana bi hev re de bi ser nekevin, wê rewşa me jî bibe ya wekî Iraq, Filîstîn-Îsraîl û Çeçenistanê'. Ocalan bal kişand ser lîstika îngîlîzan û got: 'Kesê li Rojhilata Navîn sîstemê xera dike, ez im. Îngîlîzan ez ji min çêtir nas kirime û ez teşhîs kirime. Ji ber vê sîstema Îmraliyê ava kirine. Ew min wekî kesê xerakirina sîstema Rojhilata Navîn dibînin. Ji ber vê di pêşketina komployê de, Îngilstan, CÎA û Îsraîl rol lîst. Di komployê de rol û hêza Tirkiyê tunebû. Teknolojiya ez şopandim, yê CÎA bû. Wan ez girtim û radestî Tirkiyê kirim. Heger ez li ROjhilata Navîn bûama, wê rewşa Rojhilata Navîn ne wekî îro bûya. Bi komployê PKK'ye bê-APO û Kurdê PKK hedef kirin. Ev hedefa wan a stratejîk bû û îro jî hê dewam dike'. Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan îdîayên antî-semîtîstî red kirin û got: 'Ev ne rast e. Ez ne antî-semîtîst im. Dixwazim bila gelê îbranî vê rastiyê bizanibin. Li gorî fikrên min, divê li Rojhilata Navîn, ji bo gelê îbranî jî cîh hebe. Lê belê ev bi nêzîkatiya neteweperestiya tûnd mumkun nabe. Ez ji bo cihûyan jî, sîstema konfederal pêşniyar dikim'. Ocalan li ser polîtîkaya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî dîtinên xwe anîn ziman û got: 'Emerîka dibêje ku ew naxwaze ji bo hertimî li Rojhilata Navîn bimîne. Lê belê wê Emerîka ji Rojhilata Navîn dernekeve. Emerîka bi riya kurdan dixwazin Rojhilata Navîn bigirin bin kontrolê'. Ocalan da zanîn ku, Emerîka bi destê kurdan, rejîma Sadam Huseyîn tasfiye girt, li Iraqê bi cih bû û got: 'Niha jî, dixwaze Îranê bi destê kurdan tasfiye bike. Îran ferq nake, lê belê di bin kontrolê Emerîkayê de ye. Îran li dijî Emerîkayê ye, lê belê di pratîkê de xizmetê wê dike. El Kaîde li hemberî Emerîkayê têkoşîn dike, lê belê bi temamî di bin kontrola Emerîkayê de ye. Binêrin Ergenekonî niha li girtîgehê ne. Li dijî Emerîkayê bûn, lê belê nizanin xizmetê çi dikin. Ji bo Dogu Perînçek dibêjin darbekar, ev rast niye, ew nizane xizmetî çi dike. Heger Perînçek li cem min bûya, min ê ew îkna bikira ku xizmetî Emerîkayê dike'. Ocalan diyar kir ku, rewşa Tirkiyê jî, qasî Îranê xetere û got: 'Wê Tirkiyê jî, bi destê kurdan têk bibin. Sedema bingehîn a krîza aborî, siyasî û civakî ya li Tirkiyê pirsgirêka kurd e. Wê ev krîza aborî kûrtir bibe. Van gotinên ez dibêjin, stratejîstê emerîkî Mîchael Rubîn bi xwe jî dibêje'. Ocalan anî ziman ku, li pey bûyerên li Tirkiyê pêk tên, rêveberiya Emerîkayê heye û got: 'Emerîka destûr daye pêşketinên li Tirkiyê. Beriya Erdogan bibe Serokwezîr min gotinên xwe yên derbarê wî de anîbûn ziman. Devlet Bahçelî û Denîz Baykal kesên hatine wezîfedarkirin in. Baş nizanim, lê belê ez wisa texmîn dikim ku, Erdogan jî kesekî wezîfedar e'. Ocalan ji bo rizgariya ji krîza aborî, civakî û siyasî jî, Destûreke Bingehîn a Demokratîk pêşniyar kir û got: 'Vê yekê jî, ne lîberal, derdorên demokratên çepgir dikarin pêk bînin. Sedema min Partiya Sîvan anîbû ziman jî, ev bû. Heger Partiya Sîvan çênebe jî, dikarin wekî Desteya Kordînasyona Demokratîk xebat bikin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîrê tirk, wekî lîderê herî tawizkar yê dîroka Komara Tirk nirxand.