| DTP'ê dersa hiqûqê da Serdozgeriya Komara Tirk. | | Çap kirin | |
|
Partiya Civaka Demokratîk DTP'ê bi parêznameya xwe dersa hiqûqê da Serdozgeriya Komara Tirk.
DTP li hemberî doza girtinê, parêznameyeke 173 rûpelî pêşkeşî Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk kir. DTP'ê bi parêznameyê dersa hiqûqê daye serdozgeriyê û sedema çima 'ji PKK'ê re nabêje terorîst' û 'bi gotina 'birêz' xîtabî Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan dikin anîn ziman. DTP'ê yek bi yek bersiv daye îdîayên serdozgeriyê û gotiye ku serdozger li dijî hiqûqê tevgeriyaye û îdîanameyeke siyasî amade kiriye. DTP'ê bal kişandiye ser xala azadiyê rêxistinî yê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û xwestiye ku Tirkiye li gorî peymanê tevbigere. DTP'ê bi bîr xistiye ku li Tirkiyê artêş xwedî bandoreke mezine û ji bo vê jî xala 118'mîn ya Destûra Bingehîn wekî mînak nîşan daye û anîiye ziman ku, polîtîkaya dewletê artêş diyar dike û doza li hemberî wan jî di vê çarçoveyê de hatiye vekirin. DTP'ê daye zanîn ku serdozgeriyê îdîaname bi nuçeyên çapemeniyê amade kiriye û bi bîr xistiye ku gelek sûcdariyên serdozger anîne ziman, ji aliyê dadgehan ve bi beraatê bi dawî bûne. DTP'ê aniye ziman ku serdozger bi gelek derewan, îftirayan diavêje DTP'ê. Partiya Civaka Demokratîk li ser îdîayên DTP bi fermana Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin jî gotiye ku, serdozgeriyê ji bo vê daxuyaniyeke avakarê DTP'ê Hatîp Dîcle nîşan daye, lê belê Dîcle di encama doza hatiye vekirin de, berat kiriye. Ji aliyê din jî, Ocalan bi gotinên xwe şîdetê teşfîq nake, berovajî peyamên ji bo çareseriya demokratîk û demokratîk-kirina Komara Tirkiyê dide'. DTP'ê li ser çima 'PKKê terorîst îlan nakin' û bi gotina 'birêz' xîtabî Ocalan dikin jî gotiye; 'Dozger nizane kurt çawa dijîn, çi difikirin û çi dixwazin. Helbet di rewşeke wisa de, wê nizanibe em çima PKK'ê terorîst nabînin û çima gotina 'Birêz Ocalan' bikartînin. Di rewşa îro de, ji malbata kurd, herî kêm kesek PKK'yî. DTP nikare zarokên bi mîlyonan kesên deng dane wê, wekî terorîst îlan bike. Dozger aliyên dîrokî, civakî, siyasî, çandî û psîkolojîk yê mijarê ji nedîtîve hatiye û îdîanameyeke siyasî amade kiriye'. DTP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî dîtinên xwe anîne ziman û ji bo vê jî mînakên Spanya û ÎRA dane û gotiye, heger dadgeh bi vê îdîanameyê biryara girtinê bide, wê ev yek were wateya 'bila kurd çareseriyê di siyasetê de negerin'. Di vê navberê de, piştî DTP'ê parêznameya xwe da dadgehê, doza girtinê jî kete pêvajoyeke nû. Ji niha û pê ve, dadgeha tirk wê ji bo Serdozger îdîayên xwe bi devkî bîne ziman rojek diyar bike. Pişt re jî, dîsa rojekî ku dadger diyar bike, wê DTP bi awayekî devkî bersiv bide îdîayên dozger. Dema ku her du alî parastina xwe bikin, wê dosya radestî raportor werekirin û piştî ku 11 endamên Dadgehê raporê lêkolîn bikin jî, wê civîn pêk were û biryara derbarê DTP'ê de bêdayin. Ji bo partiyek karibe weregirtin jî, divê ji 11 endaman herî kêm 7 endam deng bidin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
