Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Gever jî mîtînga 'Êdî bes e' re malovaniyê kir. | Çap kirin |
Bi 10 hezaran kurdistaniyên li Geverê li hev kom bûn û daxwaza ji bo perwerdehiya kurdî anîn ziman.

Navçeya Colemerg Geverê, îro ji mîtînga ji asîmîlasyon, oto- asîmîlasyon, operasyon, êrîş û êşkencê re 'Êdî bes e' re malovaniyê kir.

Parlementerê Colemergê Hamît Geylanî, Şaredarê Colemergê Kazim Kurt, şaredarên Gever, Şemzînan, Esendere, Sîlopî, rêveberên DTP'ê û saziyên civaka sivîl jî di nav de, nêzî 25 hezar kesan tevlî mîtîngê bûn.

Bi 10 hezaran kesên tevlî mîtîngê bûn, xwedî li zimanê kurdî derketin û 'siloganên 'Êdî bes e, em di zimanê xwe de perwerdehiyê dixwazin', 'Bila zimanê me kurdî be', 'Êdî bes e, em zimanê dayika xwe dixwazin', 'Zimanê me rûmeta me ye, em xwedî li zimanê xwe derbikevin' qîriyan.

Serokê DTP'a Colemergê Hasan Guzel axaftina destpêkê kir û bal kişand ser girîngiya ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê û xwest zimanê kurdî bi Destûra Bingehîn were misogerkirin.

Serokê Komeleya Kurdî-Der Besîn Baykan jî di mîtîngê de axivî û daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî anî ziman.

Komîteya Ziman û Perwerdehî yê Koma Civakên Kurdistan KCK'ê jî peyamek şand û piştgirî da mîtînga ji bo ziman û perwerdehiya kurdî.

Beşdaran di mîtîngê de dilsoziya xwe ya bi Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan re jî, bi siloganan anîn ziman û xwestin ji bo çareseriya demokratîk Ocalan mûxatab weregirtin.

< <<   >> >