| Girtiyên ji doza PKK li Amedê ajanekî JÎTEM'ê derxist holê. | | Çap kirin | |
|
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, ajanekî din yê JÎTEM'ê derxist holê.
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li girtîgeha Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişandin ser rêbazên qirêj yên JÎTEM'ê. Girtiyan dan zanîn ku hêzên tirk ên ji Tevgera Azadiya Kurd darbeyên mezin xwarine, serî li rêbazên qirêj dane û ji bo encamek bi dest bixin, ajanan dişîne nav girtiyan. Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Amedê anîn ziman ku, piştî ajan Ahmet Eker, niha jî ajanekî din yê bi navê Burhanetîn Ateş deşîfre kiriye. Li gorî daxuyaniyê JÎTEM par ajanê bi navê Ahmet Eker wekî girtiyên ji doza PKK'ê be, şandiye girtîgehê. Lê belê girtiyan tespît kiriye ku Ahmet Eker ajane û ji bo armancên qirêj ew hatiye şandin'. Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê diyar kirin ku, niha jî wan tespît kiriye Burhanettîn Ateş ku demek li cem wan maye, bi armanca ajantiyê hatiye şandin. Girtiyan derbarê Burhanettîn Ateş de agahiyên berfireh dan û gotin ku, ajan Burhanettîn Ateş li taxa Hasirli, kolana Zingîlî nimire 5 ya Surîçiyê rûdine û ji bo berjewendiyên xwe dikare karên qirêj yên bi her rengî bike. Girtiyên ji doza PKK'ê dan zanîn ku Burhanettîn Ateş ne xwediyê tu agahiyên karibe bikarbîne ye û ji gel û bi taybetî ji hemû malbatan xwestin li hemberî pêkanînên qirêj yên JÎTEM'ê bi hişyar tevbigerin û kesên wisa negirin nav xwe û wan teşhîr bikin. Girtiyên ji doza PKK'ê bal kişandin ser mafê xwe parastinê jî û gotin ku, li hemberî rêbazên qirêj mafê wan yê parastinê heye û ji tiştên ji ber van rêbazên qirêj pêk bên jî, wê ew neberpirsyar bin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 