Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
DTP starta 2'emîn kongreya asayî da- | Çap kirin |
DTP'ê bi civîneke çapemeniyê starta 2'mîn kongreya asayî da.

Alîkarê Hev-serokê DTP'ê Kamuran Yuksek tevî alîkarê Hev-serokê din Mustafa Sarikaya û Cigira Seroka Koma DTP'ê Fatma Kurtulan civîneke çapemeniyê lidarxist û derbarê amadekariyên kongreyê de agahî dan.

Yuksek da zanîn ku wê kongreyê di 20'ê tîrmehê de li Salona Sporê ya Ataturk ya li Enqerê pêk bînin û bi kongreyê careke din balê bikişînin ser pirsgirêka kurd.

Yuksek kongreya 20'ê tîrmehê, ji aliyê çareseriya pirsgirêka kurd, wekî duyemîn meşa Qasrîkê ku di destpêka salê de pêk anîbûn nirxand û got ku, gel wê bi beşdariya kongreyê bersiv bide doza girtinê ya li dijî DTP'ê.

Kamuran Yuksek diyar kir ku, ji bo amadekariyên kongreyê, komîsyoneke 9 kesî ava kirine û pêvajoya namzetiya ji bo Hev-serokatî û endamtiya Meclîsa Partiyê jî dest pê kiriye.

Alîkarê Hev-serokê DTP'ê Kamuran Yuksek bal kişand ser krîza siyasî ya li Tirkiyê jî û got: 'Bingeha krîzê kûr e. Sedema krîzê sîstmea yek-miletî, statukoparêz, otorîter û xeta nijatperstiyê ye. Destûra Bingehîn a îfadeya sîstema Tirkiyê ye, hemû welatiyan nagire nav xwe û li ser înkara kurdan hatiye çêkirin'.

Kamuran Yuksek pirsgirêka kurd, wekî bingeha pirsgirêkên din ên Tirkiyê bi nav kir û got ku, heta ev pirsgirêka çareser nebe, wê Tirkiye ji krîzan rizgar nebe'.

Alîkarê Hev-serokê DTP'ê Kamuran Yuksek hukumeta AKP'ê jî bi hewldana destxistina dewletê sûcdar kir û got: 'Şerê AKP'ê yên bi derdorên din re, şerê desthilatdariyê ye. AKP polîtîkaya redkirina kurdan dimeşîne û dixwaze dewletê bi dest bixe. AKP bi vê rewşa xwe ji bo kurdan jî, bûye partiyeke xeter'.

< <<   >> >