Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Hêzên tirk di nava meha dawî de, 3 caran cezayê hucrê dane Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan. | Çap kirin |

serok_apoRêberê KCK'ê Abdullah Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî, bal kişand ser pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê.

Ocalan jî, cezayên hucreyê rexne kirin û got ku pêkanînên li Girtîgeha Girava Îmraliyê, dişibin pêkanînên li Girtîgeha Amedê yên dema cûntaya 12'ê îlonê.

Ocalan planê Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan ya GAP'ê jî deşîfre kir û got ku, wê gel dîsa birçî bihêlin û dewlemendan jî dewlementir bikin.



Ocalan bi bîr xist ku di nava meha dawî de 3 caran cezayê hucreyê dane wî û hejmara cezayên hucreyê jî derketiye 10'an û pêkanîna cezayê hucreyê yên heftemîn jî dest pê kiriye.

Ocalan diyar kir ku her gotina wî, li dijî wî bikartînin û got: '20 rojên din cezayê hucrê dan. Yê berê dabûn, dest bi pêkanîna wê kirin. Êdî kaxezek û pênûsekê jî nadin. Berê 20 roj, piştî wê 10 roj û herî dawî jî dîsa 20 roj ceza dan. Cezaya dawî, ji ber axaftina 14'ê gulanê dane û gotina min a wekî 'Hûnê 30 mîlyon kurdan bigirin hemberî xwe' nîşan dane û îdîa kirin ku, ez 30 mîlyon kurdan li hemberî wan dijwar û sor dikim'.

Ocalan, ji ber zêdebûna zextan, Yekitiya Ewropa berpisyar girt û got: 'Divê Yekitiya Ewropa tiştekî bike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa pêwistiya hiqûqê bi cih nayîne. Êrîşî mafê min yê parastinê dikin, divê herkes li hemberî vê derbikeve. Bi pêkanînên li vê derê, mafê parastinê, ji holê radikin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di vê mijarê de dirûtî kir. Zextên siyasî yên Emerîka wekî sedem nîşan da û biryareke dirûtî da. Divê Ewropa biryara xwe bide, yan pêwistiya hiqûqê bi cih bîne, yan jî bibêje hiqûq nîne'.

Ocalan da zanîn ku, ji bo parêznameya xwe binivise tenê kaxezek didin û got: 'Ez vê qebûl nakim. Ji hemû aliyan ve bi ser min de tên. Divê li hemberî vê bi hezaran rûpel binîvisim. Lê belê tenê rûpelekî didin. Heger ezê neparêzim, wê demê hiqûq li ku ma'.

Ocalan banga berpirsyariyê li Konsey û Yekitiya Eworpayê kir û got: 'Konseya Ewropayê dikare nunerekî bişîne. Heger bişîne, wê bi xwe jî bibîne ku, di şertên vê derê de, amadekarina parêznameyê ne mumkun e. Li vir hiqûq tê binpêkirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara binpêkirina hiqûqê dabû. Lê belê Komîteya Wezîran ev asteng kir. Divê Dadgeh biryarekê bide. Heger hiqûqa serdestan bikartînin û li gorî wan tevdigerin jî, bila vê yekê bibêjin, em jî bizanibin'.

Ocalan anî ziman ku, di radestkirina wî ya Tirkiyê de, rola Tirkiyê pir hindik bû û got: 'Emerîka ji bo piştgiriya her awayî ya Tirkiyê bigire û ji bo Tirkiyê teslîm bigire, ez radestî wan kirim. Yekitiya Ewropa jî piştgirî da û bingeha wê ya hiqûqî amade kir. Di vê bêhiqûqiyê de, berpirsyariya hemûyan heye. Hem, ji ber ku ez lîderê PKK'ê me, ceza dane min, hem jî, ji ber ku min gotiye ez lîderê PKK'ê me, cezayê hucreyê didin min. Her roj min ser-terorîst û terorîstê herî mezin bi nav dikin. Madem wisa dibêjin, wê çaxê bihêlin, ez xwe biparêzim. Derfet bidin ez xwe îfade bikim'.

Ocalan pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê şibandin pêkanînên li Girtîgeha Amedê yên dema cûntaya 12'ê êlûnê û got: 'Bi cezayên hucreyê dixwazin ez dev ji kurdîtî, rêxistin û fikrên xwe berdim. Dixwazin min hêrs bikin û yanî dixwazin min teslîm bigirin, yan jî hêrs bikin. Pêkanînên vê derê biçek dişibin yên li Girtîgeha Amedê yên dema cûntaya 12'ê îlonê. Wê demê Mazlûm wan li hemberî pêkanînê xwe şewitandin û bi grevên mirinê li ber xwe dan. Dixwazin ez jî, heman helwestê nîşan bidim. Lê berpirsyariya min ya li hemberî gelê min heye. Paşerojên gelê min li holê ye û mijara gotinê ye. Ez ditirsim tiştek wisa bînim ziman jî. Ez texmîn dikim, wê encama wê giran be û lewma divê nekevim nav çalakiyên wisa'.

Ocalan got ku, di pêkanînên li Îmraliyê de, piştgiriya Emerîkayê jî heye û got: 'Hewl didin, min bi vî rengî biqedînin. Ji xwe li derve her deverî bombe dikin. Li vir jî, bi piştgiriya Emerîka, bi ser min de tên. Ev yek berê jî plan kiribûn. Dema Osmanê alçax û hevalên xwe çûn, xwestin bibêjin, 'Me bavê APO girtiye û em ji diya wî re li mêr digerin'. Kurdên hevkar jî piştgirî didin wan. Di teslîmkirina min de, ne tenê Emerîka û dewletên din, kurdên hevkar jî cih girtin. Ji ber teslîmkirina min, herî zêde ev kurdên hevkar kêfxweş bûn. Niha , ew li Amedê bi cih kirine. Hejmara wan giştî ji 500 kesan derbas nabe. Dema ez bi van difikirim gotina Kemal Pîr ya wekî 'heta ev koletiya kurdan dewam bike, wê tirk îflah nebin û pêş nekevin'. tê bîra min. Kemal Pîr, kesekî wisa mezin bû. Emerîka, Yekitiya Ewropa û hêzên din, ji Tirkiyê re dibêjin 'di her mijarî de piştgirî bide me, APO jî yê we ye û di mijara kurdan de tu çi dike bike. Osman û Botanê alçax jî ev yek fêm nekirin. Siyasetmedarên kurd jî, van rastiyan nayînin ziman. Heta, carnan cesaret nakin, navê kurd jî îfade bikin'.

Ocalan, li ser gotina ew kurdan diajoyê û sor dike jî got: 'Ez rastiyan tînim ziman. Hêzên navneteweyî rolek daye Tirkiye. Tirkiye jî bêyî ku ferq bike pêwistiya vê rolê bi cih tîne. Wê kurdan li hmeberî Tirkiyê bikarbînin. Suriye jî, ji bo di mijara Îranê de, Tirkiyê bê-alî bihêle, qerta kurd bikartîne. Îran dixwaze hevalbendiya Tirkiye û Emerîkayê xera bike. Her çiqasî, niha alîgiriya Tirkiyê dike jî, lê belê hertim qerta wê ya kurd heye û dikare bi kurdan were cem hev. Kesekî wekî Mahîr Kaynak ku di asta serokatiya MÎT'ê de wezîfe kiriye, balê dikişîne ser lîstikên li dijî Tirkiyê. Lê belê aktoran eşkere nake. Dizane kî ne jî, lê belê nabêje. Yalçin Kuçuk jî rastiyan dizane, lê belê ew jî rastiyan nabêje'.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan planê Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan ya GAP'ê jî deşîfre kir.

Ocalan bi bîr xist ku Erdogan, li Amedê paketa GAPê vekiriye, îdîa kiriye ku wê 4 mîlyon kesan bikin xwedî kar û got ku, wê gel dîsa birçî bihêlin û dewlemendan jî dewlementir bikin.

Ocalan diyar kir ku, projeya GAP'ê projeyeke berê ye û got: 'Heremê pêşkeşê sermayeya global dikin. Min berê gotibû, heger Riha bidin min, ezê 10 mîlyon kesan têr bikim. Niha Erdogan dibêje wê 4 mîlyon kesan bike xwedî kar. Ew vana dibêje, lê belê hejmara bêkariyê her ku diçe zêde dibe'.

Ocalan da zanîn ku di dema destpêka projeya GAP'ê de ew bi xwe çûye herêmê û herêm lêkolîn kiriye û got: 'Ji bendavê, bi kanalekê av biribûn Haranê. Çima nebirin Hîlwan, Siwêreg, Wêranşar û deverên din, tenê birin Haranê. Min ev yek lêkolîn kir û dît ku, hin holdîngan bi riya hin malbatan li Haranê erd kirîne. Sedema ku av birine Haranê ev e. Di encama lêkolînê de min dît têkiliya kesên ku li Haranê erd kirîne, bi CÎTÎBANK rê hene. Yanî saziyên li wir erd kirîne, raste ra rast ne saziyên cihûwan e, lê belê têde sermayeya cihûwan heye. Ew bi riya vê sermayê, wan deran kontrol dikin'.

Ocalan anî ziman ku, niha jî wê ew ava ku Erdogan behs dike, wê nedin gel û got: 'A rast, avê ji bo gel nabin. Hûnê bibînin. Li deverên av neçûye, wê bi destê malbatên hevkar holdîngan ava bikin. Avê, ji bo wan bibin. Wê gel dîsa bêkar û birçî bimîne. Ew holdîngên li wê derê bên avakirin jî, wê bi sermayeya global re hevkariyê bikin. Sermayeya global, ji bo vê wezîfedar jî şandine. Min berê navê wezîr Mehmet Şîmşek jî dabû. Ew herêmên ku wekî herêmên bi mayin tên zanîn jî, wê werin paqijkirin û wan jî pêşkeşî sermayeya global bikin. Gel jî wekî berê, wê pêrîşan bimîne'.

Ocalan, ji bo xîtabî raya giştî ya Tirkiyê bike, firsed xwest û got: 'Bang li rayedarên dewletê dikim. Pirsgirêka kurd bi demokrasiyê dikare çareser bibe. Em yekitiya jiyana azad, ya kurd û tirkan dixwazin. Pirsgirêka me bi sînoran re nîne. Pirsigrêka kurd bi guhertina hin xalên Destûra Bingehîn dikare çareser bibe. Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vebe. Heger çêbibe, wê kurd û tirk bibin civakên herî pêşketî yên Rojhilata Navîn. Biratiya kurd û tirk, bi gotinê nabe. Divê têkiliyeke demokratîk hebe. Min berê jî gotibû, heger firseta siyaseta demokratîk bidin min û karibim xîtabî gelên Tirkiyê bikim û heger ji sedî 90'ê gel, piştgirî nede min, wê çaxê dikarin min darde bikin. Heger derfeta siyaseta demokratîk bidin, wê tu cihêkarî nebe. Tiştên em dixwazin pîvanên demokrasiya rast in û yekitiya demokratîk e'.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, ji Tirkiyê xwest ku dev ji hewldana li hev-xistina kurdan berde û got: 'Êdî Tirkiye bixwaze jî, YNK û PDK bi PKK'ê re şer nakin. Heta çekan bide destê gel jî, wê gel nehêle zarokên wan bi PKK'ê re şer bike. Heta Tirkiye vê derfetê bide wan jî, ewê li hemberî PKK'ê şer nekin'.

Ocalan ji ber beşdariya zêde ya mîtînga ji bo çareseriya demokratîk di 1'ê Hezîranê de li Stenbolê pêk hatibû jî, kêfxweşiya xwe anî ziman û xwest ku xebatên heman rengî li deverên din jî werin meşandin.

Ocalan careke din daxwaza partiyeke sîvanî anî ziman û got: 'Heger xebatek baş were meşandin wê ser bikevin. Divê siyasetmedarên kurd pêwistiya berpirsyariya xwe bi cih bînin. Divê pirsgirêkên nav xwe çareser bikin. Heger DTP baş bixebite, wê dikaribe hejmara dengên xwe 3 qatan zêde bike. Bingeha vê jî heye û ez bi xwe, bi hêvî me. Ez bawer dikim, heger DTP di mijarên din de jî wekî xebatên rêxistiniya sîvan bixebite, wê pêşketin baş çê bibin'.

Ocalan, ji jin û ciwanan jî xwest ku xebatên xwe zêde bikin, wekî akademiyek kar bikin. Divê Akademî jî, cidî û demokratîk be û di çarçoveya pîvanên demokratîk de xebatan bimeşîne.

< <<   >> >