Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
HPG'ê bîlançoya meha gulanê eşkere kir. | Çap kirin |


Gerîlayên HPG'ê di meha gulanê de li 35 deveran li artêşa tirk xistine û herî kêm 114 wezîfedarên tirk kuştine.

Navenda Çapemeniya HPG'ê encama operasyon û şerên meha gulanê eşkere kir.

HPG'ê diyar kir ku, artêşa tirk di meha gulanê de 4 operasyonên hewayî jî di nav de 45 operasyon û operasyonek jî tevî artêşa Îranê pêk anîne.

Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku, ji ber operasyonan li 39 devaran şer derketiye û gerîlayên wan jî 35 çalakî pêk anîne.

HPG'ê anî ziman ku, di encama çalakî û şeran de, sûbayek, endamekî JÎTEM'ê û 4 Tîmên Taybet jî di nav de, 114 wezîfedarên tirk hatine kuştin û herî kêm 69 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Çapemeniya HPG'ê derbarê wendahiyên gerîla de jî agahî da û got ku, di şerên meha gulanê de 7 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.

HPG'ê herwiha diyar kir ku, gerîlayan di şer de 2 çekên M-16, BKC'yek, alawên wê, durbunên şevê û gelek alawên leşkerî bi dest xistine.

Gerîlayên HPG'î di şerên Çêwlik, Wan û Şirnexê de herî kêm 5 leşkerên tirk kuştin.

Navenda çapemeniya HPG'ê debarê şeran de daxuyaniyek weşand.

HPG'ê da zanîn ku doh di navbear Çewlik û Licê dema leşkerên tirk ji bo operasyonekî derketine herêma Korxê ketine kemîna gerîlayan.

Di encama kemînê de leşkerek hate kuştin, subayek jî dinav de 2 leşker birîndar bûn.

Li aliyê din gerîlayên HPG'ê li bejahiya navçeya Wan Çataqê jî li hemberî leşkerên tirk çalakiyek lidarxist.

Di encama çalakiya kemînê de wesaîta leşkerî a bi tîpa Reo temamî hatiye imhakirin û 3 leşkerên têde mirin û 7 leşker jî birîndar bûn.

Navenda çapemeniyê ragîhand ku di 27'ê gulanê de artêşa tirk li Bestayê li herêma Çaçeqo yê dest bi operasyonê kirine û di vê oprasyonê de rastî berxwedana gerîlayên HPG'ê hatine.

Di encamê de leşkerek mir 4 leşker jî birîndar bûn.

HPG'ê ragîhand ku li Şemzînanê jî leşkerên tirk di navbera qereqolên Museqa û Şemzinanê derketine operasyonê û di vê operasyonê de jî şer qewimiye.

Di encama vî şerî de agahiyên zelal bidest neketine û gerîlayên HPG'ê jî tu wendahî nedane.

< <<   >> >