| HPG'ê bîlançoya meha gulanê eşkere kir. | | Çap kirin | |
![]() Gerîlayên HPG'ê di meha gulanê de li 35 deveran li artêşa tirk xistine û herî kêm 114 wezîfedarên tirk kuştine. Navenda Çapemeniya HPG'ê encama operasyon û şerên meha gulanê eşkere kir. HPG'ê diyar kir ku, artêşa tirk di meha gulanê de 4 operasyonên hewayî jî di nav de 45 operasyon û operasyonek jî tevî artêşa Îranê pêk anîne. Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku, ji ber operasyonan li 39 devaran şer derketiye û gerîlayên wan jî 35 çalakî pêk anîne. HPG'ê anî ziman ku, di encama çalakî û şeran de, sûbayek, endamekî JÎTEM'ê û 4 Tîmên Taybet jî di nav de, 114 wezîfedarên tirk hatine kuştin û herî kêm 69 leşker jî birîndar bûne. Navenda Çapemeniya HPG'ê derbarê wendahiyên gerîla de jî agahî da û got ku, di şerên meha gulanê de 7 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane. HPG'ê herwiha diyar kir ku, gerîlayan di şer de 2 çekên M-16, BKC'yek, alawên wê, durbunên şevê û gelek alawên leşkerî bi dest xistine. Gerîlayên HPG'î di şerên Çêwlik, Wan û Şirnexê de herî kêm 5 leşkerên tirk kuştin. HPG'ê da zanîn ku doh di navbear Çewlik û Licê dema leşkerên tirk ji bo operasyonekî derketine herêma Korxê ketine kemîna gerîlayan. Di encama kemînê de leşkerek hate kuştin, subayek jî dinav de 2 leşker birîndar bûn. Li aliyê din gerîlayên HPG'ê li bejahiya navçeya Wan Çataqê jî li hemberî leşkerên tirk çalakiyek lidarxist. Di encama çalakiya kemînê de wesaîta leşkerî a bi tîpa Reo temamî hatiye imhakirin û 3 leşkerên têde mirin û 7 leşker jî birîndar bûn. Navenda çapemeniyê ragîhand ku di 27'ê gulanê de artêşa tirk li Bestayê li herêma Çaçeqo yê dest bi operasyonê kirine û di vê oprasyonê de rastî berxwedana gerîlayên HPG'ê hatine. Di encamê de leşkerek mir 4 leşker jî birîndar bûn. HPG'ê ragîhand ku li Şemzînanê jî leşkerên tirk di navbera qereqolên Museqa û Şemzinanê derketine operasyonê û di vê operasyonê de jî şer qewimiye. Di encama vî şerî de agahiyên zelal bidest neketine û gerîlayên HPG'ê jî tu wendahî nedane. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

