| PJAK peyama bilindkirina berxwedanê da. | | Çap kirin | |
|
PJAK li hemberî êrîşên pir-alî yên dewleta Îranê, peyama bilindkirina berxwedanê da.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşên dewleta Îranê. PJAK'ê diyar kir ku, rêveberiya Îranê bi qetilkirina 7 gerîlayên li herêma Kelareşê polîtîkaya li hemberî kurdan zelal kiriye û got: 'Dewleta Îranê, tevî operasyonên bênavber, bi topên hawan û katuşayan jî êrîşê Herêmên Parastina Medyayê dike. Îran bi van êrîşan zirarê madî dide gelê me yê herêmê û jiyana wan tehdît dike'. PJAK ev polîtîkaya Îranê wekî dijminahiya li hemberî gelê kurd nirxand û got: 'Ev polîtîkaya komkujiya li hemberî kurdan nayê qebûlkirin. PJAK wê li hemberî vê polîtîkaya Îranê gelê kurd biparêze û berxwedanê bilind bike'. PAJK bi bîr xist ku, baskê wan yê leşkerî HRK'ê ji bo bîranîna 7 gerîlayên li Kelareşê hatibûn qetilkirin, ji Maku heta Kermanşahê gelek çalakiyên bersivdayinê pêk anîne. Heger dewleta Îranê êrîşên li dijî gelê kurd û gerîlayên HRK'ê bidomîne,bila bizanibe ku, wê PJAK jî berxwedanê berfireh bike'. PJAK gerîlayên HRK'ê jî, ji ber çalakiyên bersivdayinê pîroz kir û berdewama serkeftina gerîlayan xwest. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK ji hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê jî xwest ku li hemberî polîtîkaya tunekirinê ya dewleta Îranê, di eniya PJAK'ê de cih bigirin û ji hêzên demokrat ên Îranê jî xwest ku, li hemberî polîtîkaya dewletê bi gelê kurd re hevkariyê bikin'. Li aliyê din koordînasyona PJAK'ê ji ber qehremanî û berxwedana gerîlaya PJAK'ê Esmer Demîr bi navê kod Xanê Sîpan de daxuyaniyek weşand. PJAK'ê soza xurtkirina tekoşînê da, ji malbata Demîr û Federasyona Ezdiyan re sersaxiyê xwest. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 