| Cemîl Bayik pêngava 1'ê Hezîran a 2004'an nirxand. | | Çap kirin | |
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê,Cemîl Bayik pêngava 1ê Hezîrana 2004'an, wekî navê berxwedana bersiva Konsepta êrîşan nirxand.Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan di 2'ê tebaxa 1999'an de ji bo şansek bide çareseriya demokratîk, banga hêzên çekdarî vekişînin derveyê sînor li Tevgera Azadiyê kir. Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan di 2'ê tebaxa 1999'an de ji bo şansek bide çareseriya demokratîk, banga hêzên çekdarî vekişînin derveyê sînor li Tevgera Azadiyê kir. Tevgera Azadiyê jî, li ser vê banga Ocalan, hêzên çekdarî kişandin derveyê sînor û peyama ew ji bo çareseriya demokratîk amadene dan. Ev banga Ocalan û gava Tevgera Azadiya Kurd, rê li ber atmosfereke aştiyane vekir û hêviya çareseriya demokratîk zêde kir. Lê belê hêzên dewleta tirk, ev gava dîrokî ya ji bo çareseriya demokratîk ji nedîtîve hatin û navber neda polîtîkaya tunekirinê. Artêşa tirk ji tebaxa 1999'an heta 1'ê hezîrana 2004'an 744 operasyon pêk anîn. Ji ber van operasyonan jî, 440 şer derketin û gerîlayên HPG'ê jî mecbûr man çalakiyê bersivdayinê pêk anîn. Di encama şerên ji ber operasyonên artêşa tirk de, 55 sûbay jî di nav de, hezar û 54 leşker, polîs û cerdevanên tirk hatin kuştin û 509 gerîlayên HPG'ê jî jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk ligel hemû hewldanên Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd tu gavên ji bo çareseriya demokratî neavêtin. Berovajî êrîşên xwe zêde kirin, tecrîta li dijî Ocalan, operasyonên tunekirin û zextên li dijî gelê kurd zêde kirin. Ji ber vê jî, Tevgera Azadiya Kurd ji nû ve rewş nirxand û di 1'ê hezîrana 2004'an de dawî li pêvajoya agirbesta yekalî anî û derbasî pêvajoya parastina rewa ya çalak bû. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi wesîleya 4'mîn salvegera pêngava 1'ê hezîranê axivî û got ku, ev pêngav li hemerî êrîşan bersivek bû. Bayik bi bîr xist ku, dewleta tirk hewldanên wan ên ji bo çareseriya demokratîk wekî zayifiyek nirxand û got: 'Dewleta tirk kete nav hewaya PKK qediyaye. Lê belê pêngava 1'ê hezîranê careke din, derewkariya dewleta tirk derxist holê'. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê,Cemîl Bayik pêngava 1ê Hezîrana 2004'an, wekî navê berxwedana bersiva Konsepta êrîşan nirxand.