|
Serokatiya Konseya Rêveber KCK'ê mîtînga aştiyê ya doh silav kir û xwest ku daxwazên beşdarên mîtîngê li ber çavan werin girtin.
Li navçeya Stenbol Kadikoyê doh bi beşdariya nêzî 100 hezar kesan mîtînga ji bo çareseriya demokratîk hate lidarxistin. Nêzî 100 hezar kesên tevlî mîtîngê bûn, operasyonên artêşa tirk şermezar kirin û banga çareseriya demokratîk li rêveberiya tirk kirin. Beşdarên mîtîngê bi dengekî bilind dilsoziya xwe ya bi Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan re jî anîn ziman û ji dewleta tirk xwestin ku, ji bo çareseriya demokratîk, dawî li operasyonan bîne û bi nunerên kurdan re jî bikeve nava diyalogê. Koma Civakên Kurdistan KCK'ê jî mîtînga doh silav kir û got ku, ewê wekî aliyê kurd, banga bi hezaran kesan li ber çavan bigirin û xwest ku, dewlet jî guh bide daxwazên beşdarên mîtîngê. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser hewldanên ji bo çareseriya demokratîk ya Rêberê KCK'ê û Tevgera Azadiyê û got: 'Pratîka heta niha îspat kir, bi hewldanên yekalî çareserî pêk nayê. Ji bo çareseriya aştiyane pêwistî bi hewldanên du-alî hene. Heger hewldanên du alî hebin, wê aştî pêk bê'. |