Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
KCK:'PKK tevgereke îdolojîke û got: 'PKK li dijî bikaranîn û firotina tilyakê ye'. | Çap kirin |
 Koma Civakên Kurdistan KCK'ê ji ber Tevgera Azadiyê bi qaçaxçitiya tilyakê sûcdar kiriye, reaksiyoneke tûnd nîşanê rêveberiya Washîntonê da û jê xwest vê şaşiya xwe sererast bike.
Rêveberiya Washîntonê ji bo rayedarên tirk kêfxweş bike, piştî lîsteya terorê, di lîsteya rêxistinên qaçaxçitiya tilyakê dikin de, cih da Tevgera Azadiya Kurd.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî reaksiyoneke tûnd nîşanê helwesta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê da û got ku, ev helwesta Emerîkayê tenê xizmeta şerê di navbera gelê kurd û dewleta tirk de dike.

KCK'ê da zanîn ku Emerîka bi vê biryarê, piştgirî daye terora dewleta tirk û şerê psîkolojîk yê li dijî gelê kurd û got: 'Dewleta tirk, bi armanca şerê psîkolojîk, bi riya çapemeniya xwe derewan belav dike. Lê belê heta îro dewleta tirk îdîaya xwe nekarîiya îspat bike'.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi bîr xist ku PKK tevgereke îdolojîke û got: 'PKK li dijî bikaranîn û firotina tilyakê ye. Vê taybetiya PKK'ê, hemû alî jî dizanin. Me heta niha gelek caran bang li rêxistinên Mafên Mirovan û rêxistinên li dijî Tilyakê xebatan dimeşînin kir û ji wan xwest werin îdîayên dewleta tirk lêkolîn bikin. Em careke din vê bangê dikin. Heger lêkolîneke bêalî û rast werekirin, wê were dîtin ku, aliyê piştgirî dide qaçaxçitiya tilyakê, dewleta tirk bi xwe ye'.

KCK'ê anî ziman ku, biryarê Emerîka girtiye ji derewan pêk tê û armanca wê jî, kêfxweşkirina dewleta tirk e û bang li rêveberiya Washîntonê kir, da ku vê şaşiya xwe rojek zû sererast bike'.

< <<   >> >