| Gerîlayên HRK'ê êrîşê qereqola leşkerên Îranê kir. | | Çap kirin | |
|
Li Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayên PJAK'ê li dijî hêzên Îranê dewam dikin. Gerîlayên Hêzên Rojhilatê Kurdistanê HRK'ê şevê din li herêma Mêrgasîrê, li dijî qereqola leşkerên Îranê çalakiyek li dar xistin. Der barê çalakiyê de, Navenda Ragihandin û Çapemeniya HRK'ê daxuyaniyek da. Gerîlayên HRK'ê şevê din saet 12 û nîvan de li herêma Mêrgasîrê êrîş li dar xistin. Gerîlayan qereqola leşkerên Îranê bi dest xistin û li ser cenazeyên 8 leşkeran sîlaheke BKC,Bombaavêjek, G3, 3 Qilêş û bêtêlek bi dest xistin. Piştî çalakiyê, gerîlayên HRK'ê qereqol bi tevahî rûxandin. HRK'ê da zanîn ku di çalakiyê gerîlayê binavê kod Çayan jiyana xwe ji dest daye ê wê di rojên pêş de, nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest dayî, ji raya giştî re eşkere bike. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 