Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Bi hazeran kes got'Edî Bes e' | Çap kirin |



















Nêzî 100 hezar kes di Mitinga Aştiyê de, gotin Êdî Bes e, û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk xwestin.

Stenbol îro ji rojekî dîrokî re malovaniyê kir.

Nêzî sedhezar kesî, li Meydana Îskeleya Kadikoyê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd civiyan.

Nûnerên partiyên siyasî DTP, ODP, EMEP, EHP, SDP'ê, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên navdar, nûnerên sendîka, rêxistinên civaka sivîl û odeyên pîşeyî beşdarî mîtîngê bûn.

Girse di bin yek pankarta li ser 'Êdî Bes e! Em doza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikin' nivîsandî de kom bû.

Beşdar gelek caran sloganên mîna sloganên 'Bijî Serok Apo', 'PKK gel e, gel li vir e' û Erdoganê Qatil' 'ne mirin, çareserî', 'ne şer, aştî', 'bijî biratiya gelan', 'aştî, hema niha' qêriyan.

Hunermend Îlkay Akkaya û Diyar beşdarî mîtîngê bûn û stranên xwe ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gotin.

Di mitingê de, aktivîstê Meclîsa Aştiyê Murat Çelikkan, axivî û got: Heya ku ji bo kurdan jiyaneke bi rûmet neyê amade kirin, li ser vê xakê kes nikare azad bijî. Pêwiste ji bo vê jî, ne şer, ne jî operasyon, diyalog lazim e.

Bi navê Meclîsa Aştiyê Ayhan Bilgen axivî û got: Daxwazên gelê kurd ne ji bo kurdan bi tenê ne, ji bo tirkan jî tê wateya bêhtirîn azadî û demokrasiyeke rast û rêkûpêk.

Bi navê ciwanên tirk û kurd, Omer Ozcan jî, di mitingê de axivî û got: Em ji bo paşerojên ku em bikaribin di nava aştiyê de bijîn dixwazin.

Di heman seatê de li bajarê Elmanya Kolnê jî ji bo piştgiriya mîtîngê, 500 kesî ji pirsgirêka Kurd re çareserî xwest.

< <<   >> >