| Şerên li Kurdistanê dijwar dibe | | Çap kirin | |
|
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPGê, li ser bûyerên dawî û operayonên artêşa dagirker ya dewleta tirk daxuyanîyek da.
Daxuyaniya HPGê, diyar dike ku hêzên gerîla, di 29ê Gulanê de saet di 19 û nîvan de, li hemberî alaya cendirman ya Şemzînanê êrîşek lidarxistin, di encamê de 2 esker mirin û 2 esker birîndar bûn. Artêşa faşîst a dewleta Tirk, di heman rojê de, yanî di 29ê Gûlanê de, 21 wesaît esker û cebilxane teqwiye şandine qereqola Garê. Daxuyaniya HPGe wiha berdewam dike: Artêşa faşîst a dewleta tirk, di 30 Glanê de, li deşta Textik ku di navbera Tatwan û Hîzanê de, operasyona da dest pê kirin. Di operasyonê de hejmareke zêde esker, tank û wesaîtên zirxî cih digirin. Ji aliyê din ve guhdarên hêja, eniya eskerî ya PJAK, Hêzên Rizgariya Kurdistanê HRKe jî daxuyanî da û destnîşan kir ku li payîtexta Iranê Tahranê, avêtin ser biryargeha hewayî ya artêşa Îranê û li Şîno avêtin ser konvoya eskerî ya artêşa Îranê û 15 eskeêrn Iranî kuştin. Daxuyaniya HRK'Ê diyar dike ku Gerila, di 26ê Gûlanê de li payîtexta Îran Tahranê, kolana Mahfuz, li hemberî biryargeha hewayî ya artêşa Îranê êrîşek lidarxistin. Di encamê de 3 wesaîtên eskerî hatin şewitandin, 4 esker hatin kuştin û 3 esker jî birîndar bûn. Di 30 Gûlan de jî, gerilayên HRKê, li Şîno êrîş kirin ser konwoya eskerî ya artêşa Îranê û di encama êrîşên HRKê de, 2 wesaîtên eskerî hatin ruxandin, 15 pastarên Îranî kuştin û hejmareke zêde pastar birîndar kirin. Çapemeniya Îranê jî êrîşa gerilayên HRK ya li hemberî biryargeha hewayî ya artêşa Îranê erê kirin. HRKe, di daxuyaniyê de destnîşan dike ku, êrîş, li hemberî komploya artêşa dewleta Iranê ya Esentepe û bombardumana li hemberî Qendîlê wek misîlleme pêkanîne. Li gorî ragihandinan hêzên artêşa Îranê, komkirina esker û cebilxaneyan li sînorê Başûrê Kurdistanê didomîne. Heman çavkaniyan diyar kir ku artêşa Îranê, hinek ji hêzên xwe, ji Şîno, ber bi Piranşarê şeqitandin û ji gundiyên Dola Koke, dixwazin ku herêmê terk bikin. Çavkaniyên HRKê jî destnîşan kirin ku, artêşa Îranê dikare herêmê bombarduman bike û dikare operasyoneke bejahî jî bide dest pê kirin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
