Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Erdogan peyama yek netew dubare kir. | Çap kirin |
Hêzên dewletê bajarê Amedê dorpêç kirin û Erdogan peyama 'Yek netew'dubare kir.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îro li Amedê bû.

Erdogan, li salona sporê ya Ziya Gokalp, piraniya wan karmend û burokrat, xîtabî girseyî kir, gelek axivî lê ti tişt negot.

Erdogan propagandaya AKPê kir û weke hukûmetên berê soz da û ji paketê 'Yek dewlet, yek al û yek zîman derket.

Axaftina Erdogan, ji serî heta binî li ser mijarên aborî û civakî axivî.

Erdogan anî ziman ku aramiya herêmê ji pêşvebirina aboriyê derbas dibe û îdîa kir ku ewê bi projeyên aborî û civakî restorasyona pêk bînin.

Serokwezîrê tirk Erdogan pirsgirêka Kurd weke terorê bi nav kir, lê di heman demê de mîna lutif û keremekê anî ziman ku wê kanaleke televîzyonê ji zimanên herêmî û dayikê re veqetînin.

Di vê navberê de Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî ji bo serhadana Erdogan ya Amedê protesto bikin,li avahiya komeleyê daxuyaniyeke çapameniyê dan.

Nafiye Yîgît li ser navê Însiyatîfê daxuyanî da û bal kişand şer û operasyonên dewam dikin û got, "Ti armanca Erdogan nîne ku aştiyê saz bike."

Yîgît weha dewam kir: "Her tim paketên nû vedike û ji paketan şer derdikeve. Serokwezîr bi kîjan rûyî derdikeve pêşberî gel?

Zarokên xwe dişîne Emerîkayê, lê ciwanên Kurd û Tirk bi hev dide kuştin."

Yîgît bang li Emîne Erdogan kir û got, "Tu jî dayîkekî. Di van şeran de dilê dayîkan dişewitin. Were em bi hev re pêşî li mirina ciwanên vî welatî bigirin û agirê di dilê dayîkan de vemirînin."

Li aliyê din, Amediyên xwestin hatina serokwezîr protesto bikin li taxên Balafirgehê, Baxlarê, Kuruçeşme û Kayapinarê herî kêm 75 kes hatin binçav kirin.

Şaredarê bajarê mezin ê Amedê Osman Baydemir neçû pêşwazîkirina Erdogan.

< <<   >> >