| PJAK herî kêm 50 leşkerên îranê kuşt. | | Çap kirin | |
|
Çalakiyên bersivdayinê yên PJAKê Rojhilatê Kurdistanê wergeriyan qada şer herî kêm 50 leşkerên Îranê hatin kuştin.
Gerîlayên Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) yên girêdayî PJAKê bi çalakiyên tund bersiv dana qetilkirina gerîlayan û bombebarana Îranê ya li dij Qadên Parastina Medyayê. Buroya Çapameniyê ya HRK ragihand ku di nava 2 rojên dawî de di çalakiyên bersivdayinê yên gerîlayan de 32 leşkerê îranê û 4 cerdevan hatine kuştin. Tevî encamên 2 rojên dawî, hejmara leşkerên Îranê yên di çalakiyên bersivdayinê de hatine kuştin 50 derbas kir. Li gor agahiyên HRK'ê di 27'ê Gulanê de Qereqola Gedirxanê ya li herêma Sinê ku bi êrîşên li hember gel û qetilkirina sivîlên kurd tê nasîn li rasta serdegirtina gerîlayan hat. Gerîlayên ku rêyên dora qereqolê birîn, paşê li hember avahiya qereqolê êrîş dane destpêkirin. Hate hînbûn, di encama çalakiyê de qereqol ketiye destê gerîlayan û di encama çalakiyê de gelek leşkerên Îranê hatine kuştin û gelek birîndar bûne. Hêzên Îranê yên di dema çalakiyê de ji bo mudaxeleyê bi 5 wesayitan çûn herêmê jî ketin kemîna gerîlayan û di wesayita hate rûxandin de 8 leşker mirin. Hate hînbûn ku 4 wesayitên din ji cihê bûyerê reviya ne. Li herêma herêma Serdeştê li ser rêya Mirava El Vatan, 2 wesayitên leşkerî roja 28'ê Gulanê di saetên sibehê de bûn hedefa gerîlayan. Di encama kemîna gerîlayan de 4 cerdevan û 7 leşkerên îranê hatin kuştin. Disa di 28'ê Gulanê de li navenda Kirmanşahê jî wesayita leşkerî bû hedefa gerîlayan û di encamê de 4 leşker mirin. Di heman rojê de li ser rêya Dizlê û Mêrîvanê jî wesayita leşkerî kete kemîna gerîlayên HRK'ê û di encamê de 13 leşkerên îranê hatin kuştin. Buroya çapameniya HRK'ê ragihand ku di 26'ê Gulanê de li gundê Kuzareş ê girêdayî Salmasê kamyoneke ku 40 leşker dibir operasyonê bu hedefa gerîlayan. Di vê çalakiyê de jî 2 jê bînbaşî, 20 leşker mirin, 20 jî birîndar bûn. Herwiha di 25'ê Gulanê de li herêma Kotol a Xoyê jî baskekî leşkerên di operasyonê de kete kemîna gerîlayan û 6 leşker hatin kuştin. Disa wesaîta rêxistina Îstîxbarata îranê li Salmasê ji aliyê gerîlayan ve hate xistin û di encamê de 4 endamên îstîxbaratê hatin kuştin. Derbarê rewşa dawî û çalakiyan de PJAK'ê daxuyaniyek weşand û ragihand ku çalakiyên rojên dawî ji bo tolhildana gerîlayên ji aliyê hêzên îranê ve hatine qetilkirin pêk hatine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li hember her cûre êrîşên werin rojevê ewê mafê parastina rewa bikar bînin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
