| Gerîlayên HPG'ê li Çewlik û Mûşê 13 leşlerên tirk kuştin. | | Çap kirin | |
|
Navenda çapemeniya HPG'ê derbarê şer û operasyonan de daxuyaniyek weşand.
HPG'ê da zanîn ku balafirên şer yên artêşa tirk vê sibê di navbera 11 û 13 an de heremên parastina Medya qadên Xakurkê û Xinêrê êrîşa hewayî pêk aniye û derbarê êrîşê de agahiyên zêde sibê bidin raya giştî. Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku balafirên şer yên artêşa tirk di 27'û Gulanê de li bejahiya Çelê gundê Zewê 2 seat bombe kirine. HPG'ê ragîhand ku yekîneyên YJA-STAR di 27'ê gulanê de bi şev li navçeya Çewlik Kêxiyê li hemberê qereqola Tezwasê çalakî pêk anîne û di encamê de 2 leşker hatine kuştin. Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku di 28'ê gulanê de li navçeya Çewlik Kanîreşê ji qereqola Kalencîkê leşkerên ku ji bo operasyonê derketibûn eraziyê çalakiya kemînê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de panzerek temamî ruxiyaye û 7 leşkerên têde hatina kuştin 4 leşker jî birîndar bûne û panzarek jî darbe xwariye. Navenda çapemeniyê da zanîn ku di heman rojê de li navçeya Çewlik Darahênê jî li daristanên Kulubeyê artêşa tirk dema derket operasyonê ketine kemînê. Di encama vê kemînê de 4 leşker mirine û gelek leşker jî birîndar bûne. Navenda çapemeniyê ragîhand ku li Amedê li herêma Şehîd Brûsk xebatên kontrayî têne meşandin. HPG'ê da zanîn ku kontra bi cilên gerîla di nava gund digerin û ji gundiyan xwest ku bi hestiyarê tevbigerin. Fermandariya Eyaleta Garzanê jî daxuyaniyek weşand û da zanîn ku lu eyaletê faaliyetên cerdevaniyê zêde bûne û li gelek herem û mevziyan ji leşkeran zêdetir cerdevan bîcîh bûne. Fermandariya Eyaleta Garzanê bang li cerdevanên heremê kir û da zanîn ku tevlî vî şerê qirêj nebin û çekên xwe deynin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 