Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Ocalan projeya GAP'ê rexne kir. | Çap kirin |
 Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan gera Erdogan a Amedê weke êrîşa GAP'ê û sefera Kurdistanê bi nav kir.

Ocalan roja çarşemê bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî derbarê gera Erdogan ya Amedê pêşveçûnên dawî û derbarê tendirûstiya xwe de daxuyaniyên girîng dan.

Rêberê Koma Civakên Kurdistanê Abdullah Ocalan bal kişand ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê mîna berê didomin.


Ocalan got, Di pirsgirêkên tenduristiya min de guhertin tune ye.
Lê di dengê min de pirsgirêk heye. Herîkina ji gewriya min tê min bêzar dike.Derbarê cezayê hûcreyê yê li ser hev tê dayin de jî Ocalan ev nirxandir kir: Bi dayina cezayê hucreyê xweparastina min tê asteng kirin. Ji ber ku ez Rêberê PKKê bûm hatim darizandin û cezakirin.

Çima dema ez dibêjim lîderê PKKê me dibe suç? Heger ez van tiştên di parêznameya xwe de neyînim ziman, gelo ezê fesadiyê bikim? Heger ez nerînên di parêznameya xwe de guftugo nekim, tu wateya hevdîtinê jî tûne ye. Mafê xweparastinê binpê dikin, ezê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidim.

Derbarê operasyon û şerê di demên dawî de berfireh dibin de jî Ocalan da zanîn kuHeger ji siyaseta demokratî bipêş bikeve û çareseriya demokratîk hikûmet gava neavêjewê şer dijwar bibe. Ji ber bilêvkirina van tiştan cezayê hucreyê didin min. Ez dibêjim şer û pevçûn wê 10 qatan zêdetir bibe. 40 Milyon kurd vê rewşê qebûl nakim û wê rabin ser lingan. Dibêjin tu me tehdît dike. Heger gavên demokratîk neyên avêtin PKK min gûhdar nake. Ez bêjim çekan deynîn jî biya min nake.

Ocalan derbarê çûyan Erogan a Amedê de wiha got: Divê çûyina Erdogan mîna êrîşa GAPê û sefera Kurdistanê binav bike.

Serokwezîr dibêje Ezê bi GAPê terorê biqedînim. Cezayên hucreyê yên didin min jî têkildarî vê yekê ne. Ji aliyekî ve bi pere, maqam û payeyan, bi krêdiyên makro û mîkro wê hewl bidin kurdan bi xwe ve girê bidin.

Ev polîtika pir kevn e, dighîje Gilgameş û Enkîdo. Ji bo min jî ya girîng azadî ye. Ji bo her kesê tekoşhina azadiyê dide ez rêzê digirim. Li aliyê din ji bo min bêbandor bikin zextên îdarî, siyasî û darêzgerî berfireh dikin. Dibe ku bixwazin min tine jî bikin.

Rêberê KCK Abdullah Ocalan destnîşan kir kuDibêjin 12 Milyar dolar veqetandine. Bi vê yekê tenê dikarin hevkarên xwe yên hejmara wan 500 malbatî derbas nake bi xwe ve girê bidin. Ji xwe tiştekî ku ev derdor ji bo pereyan nekin jî nîne. Lê belê kurdên bi rûmet vê yekê qebûl nakin. Ev derdorên hevkar bi îslama dewletê, îslama desilatdariyê derketine pêş. Bi kirinên xwe bi rengekî objektîf ajan in. Divê gelê me li hember van bihestiyar be. Li hember van, divê siyaseta demokratîk bê berfirehkirin.

Ocalan disa pêşniyara xwe ya Akademiyên Siyasetê ku ev 8 salin tîne ziman dubare kir. Derbarê girîngiya akademiyan de Ocalan got Divê Akademiyên Siyaseta Demokratîk bên damezirandin. Di van akademiyan de gel derbarê siyaseta demokrathik de dikare were perwerde kirin. Hin nivîskar dibêjin, Apo siyasetê dizane lê pereyê wî nînin. Rast e, perê min nînin, lê rûmeta min heye, li pişt min rûmeta gelê kurd heye, bi milyonan kurd hene. Emê bibînin ka rûmet bi pêş dikeve an pere.

Ocalan, desilatdariya AKPê di çerçoveya siyaseta Îngîlîstan û Îsraîlê de nirxand û da zanîn ku Ev desilatdarî di rastiyê de ji bingehê cihûtiyê tê. Beriya niha jinê hamûyan servekirî bûn. Têkiliya di navbera Arinç, Gul û Erdogan de ez nizanim, lê mijareke balkêş ya lêkolînê ye. Ocalan ragihand û ew ne bawer e AKPe karibe bibe hêza çareseriyê.

Ocalan da zanîn ku AKPe li ser desilatdariyê bimîne 3 tişt hene ku bike. Yek, divê kirîza aborî heta kiribe veşêre. Ya duemîn çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd e. Xala 3. jî girtina bin kontrolê ya piyaseya pereyan û borsayan e. Wê karibe di vê yekê de biser bikeve, nizanim. Lê ez nebawarim ku karibe. Heger vê yekê pêkneyine, ji xwe desilatdariya AKPe bi xwe têk diçe.

Ocalan destnîşan kir ku ji bo şikandina neweperestiya ereb hikûmeta AKPê tê bikar anîn û navbeynkariya AKPê ya di navbera Sûriyê û Îsraîlê de jî mîna gaveke vê polîtikayê binav kir. Ocalan careke din bibîr xist ku piştî têkçûna Saddam niha mudaxeleya Îranê di dorê de ye û wiha berdewam kir: DYA wê destûr nede ku Tirkiyeyê bi tena serê xwe tevbigere. Wê biwxazin 40 milyon kurdî pêşî li dij Îranê, paşê jî li dij Tirkiyeyê bikar bînin. Ez vê tehlûkeyê dibînim. Lê fêm nakin û dibêjin tu fermanan dide, cezayê hucreyê didin min. Di parêznameyên xwe de min ev mijar bi berfirehî anîbû ziman.

Rêbarê KCK'ê Abdullah Ocalan da zanîn ku 'Çep di rewşeke têkçûyî de ye. Ji Bahçelî jî paşdemayî tir in. Van lîstikan nabînin û ji gel re rawe nakin. DTPe jî vê yekê nake. Heger rast bixebitin û dinava gel de 2 caran saxlem bigerin wê karibin desteka gelê tirk û gelê kurd bigirin.

Hinek nivîskar rewşenbîr, li ser çareseriya demokratîk radiwestin dîtinên xwe tînine ziman.Ji niha û pê de wê rewşenbîrên tirk, bêhtirîn li ser çareseriyê rawestin. Lê ez dixwazin ji vir bang li rewşenbîrên tirk bikim ku lîstikên siyasî bibînin û li gorî wê jî rola xwe bilîzin. Pêşniyara min a çareseriyê jî wiha ye: Antî tekel, antî hegemonik, li ser bingeha aştiyê û di çarçoveya demokratîk de.

Pêwiste di vê çareseriyê de eniyên civakî hemû, nunerên sazî û dezgehên sivîl, yên pîşeyî û karbidestî di nava hunandina sazkar ya demokratîk de cihê xwe bigirine. Hun çi navî lê dikin bikin, ne giring e.

Ocalan da zanîn ku pêwiste di roja îroyîn de mizgeft rol û misyona xwe bînin cih û ji bo aştî û pêşketina demokratîk xizmetê bikin.

Ez silavên xwe ji dostên derve re, li kesên li dora we û hevalên di girtîgehan de, li jinan, li ciwanan û di şex Mele Abdurraman yê li Libnanê li gel min bû li Meleyên dilsoz tevan dikim.

< <<   >> >