Mal arrow Nûçe arrow Radyoya 'Dengê Mezopotamya' dengê weye.
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Radyoya 'Dengê Mezopotamya' dengê weye. | Çap kirin |
 Dengê Mezopotamyayê di 27'ê Gulanê sala 2001'ê de weke saziyên din ên Kurdistanî li derveyî welat dest bi weşana xwe kir û di demeke kin de bû deng û guhê mîlyonan kurdî.

Dengê Mezopotamyayê pêşî bi 6 saetan dest bi weşana xwe kir û ji eleqeya dît û li ser daxwazan dema weşana xwe dirêj kir.


Dengê Mezopotamyayê di serê sala 2002'an de bi 12 saetan dest bi weşana xwe kir û bi vê yekê, ji bo Kurdistaniyan bû yekemîn radyoyê di nava parzemînan de deng û nûçeyên wan ragihîne.

Radyoyê Dengê Mezopotamyayê îro bi weşana xwe ya 16 saetan, bi zarava û devokên Kurdî dengê hemû Kurdane.

Radyo her roj bi saeta Amedê di navbera 7 û 22'an, li pêla kurt 25 metir 11 hezar û 530 khz weşanê dike.

Her weha radyo li ser înternetê bi navnîşana denge-mezopotamya.com 24 saetan tê guhdarîkirin.

Radyoya Dengê Mezopotamya, îro 16 saetan û bi zaravayên cûda yên zimanê kurdî weşanê dike.


Li hemberî gunehkariya sedsala bîstan, bi dehan car kurdan serîhildan kirin. Lê di her serîhildanê de, biqasî zordestiya hukumraniya kujerî bûn. Ne tenê hukumraniya dewletên dagirker ku cografya Kurdistanê dagirkirin. Hêzên navneteweyî jî di nava gunehkariya sedsala bîstan de, li hemberî gelê kurd, peymanên navneteweyî, nirxên gerdûnî bin pê kirin û payeberziya herî bilind ya mirovaniyê, jiyana bi rûmet layiqî gelê kurd nedîtin.

Piştî çar bîst salên sedsalê, yanî di dawiya bîst salên dawî yên sedsala gunehkar de, gelê kurd car din, lê di nava hişmendiyeke cûda de, dibin serokatiya Abdullah Ocalan de, û bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê dest bi serîhildanê kir.

Lê dawiya sedsala bîstan, ji bo gunehkariyên çar bîst salên dijwar, hêzeke din derxistibû meydanê û li hemberî gelên bindest û ji bo parastina statukoya li ser bingeha berjewendiyan hatiye rûnandin bi kar dianî... Medya...

Medya, çekê herî baş bû ji bo siyaseta berjewendiyan...

Rojname, radyo û telewizyon... Lê haraketa gelê kurd û serokatiya haraketa gelê kurd, modern bû û ne tenê ji bûyerên sedsalê, ji bûyerên hezar salan sûd werdigirt. Gelê kurd, di her tiştî de dereng mabû... Lê destpêkirin her dem çêtire ji rawestandinê. Nexasim di sazkariya medya de. Ji ber ku medya weke hêza çaremîn ya dewletî dihate hesibandin. Lê di qonaxa piştî çar bîsta salên sedsala bîstûyekê de, medya weke hêza yekemîn derketibû meydanê... Ev rastî di şerê parvekirina cîhanê ya 2mîn de, derketibû holê. Serokatiya Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd jî, di destpêka serîhildanê de giringiya vê hêzê dît û gava yekemîn di kovaran de, piştre di rojnameyên cûreyî de gav avêt. Û di sala 1995an de, di cîhana kurdî de, telewizyona yekemîn vekir û şoreþek da dest pê kirin. Yekemîn telewizyona kurdî, her çiqasî li penaberîstanê hatibe vekirin jî, di têkoşîn û avakirina netewiyeta kurdî de şoreşek bû.

Ji ber ku pêdiviya gelê kurd bi ragihandin û agahdariya xwe bi xwe hebû. Ji ber ku hêza medya, di şerê psîkolojîk de, di avakirina hestên neteweyî de, di kultura rojane de, di kultura maddî û manewî de roleke sereke dilîst. Ji ber ku dijmin, bi her hêza xwe êrîş dikire ser gelê kurd. Bi riya medya jî, kesayetiya gelê kurd, hest û giyan û mêjiyê gelê kurd felc dikir, çavên gelê kurd ditirsand. Lewra pêdiviya gelê kurd bi medya xwe hebû. Pêdiviya gelê tirk û gelên li tirkiyê jî bi medya alternatîf hebû.

Haraketa Kurd ev alternatîf derxistibû holê...

Haraketa Kurd, rojnameyên rojane derdixistin, telewizyona kurdî vekiribû û rojnamegeriya profesyonal ya kurd dest pê kiribû. Lê lingêk ji vê hêza mezin kêm bû. Radyo!... Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd, dereng nema û di 27ê Gûlana 2001ê de, Radyoya Dengê Mezopotamya vekir û di destpêkê de 6 saetan wşan kir.

Îro 7mîn salvegera vekirina Radyoya Dengê Mezopotamya ye.

Piştî weşanê ne bi tuwî, saetên weşanê derketin 12 saetan. Di 13ê Nîsana 2004an de, di ser internetê re jî dest bi weşana zindî kir. Ev gaveke giring bû. Tevgera Azadîxwaz, ne tenê bi riya rojname û telewizyonê, bi riya internetê jî di her mala kurdan de bû.

Bi weşana internetê, guhdarên Radyoya Dengê Mezopotamya wî ne tenê guhdariyê bikin, ewî dikaribin bi riya e-mailê tevlî programan bibin, dîtinên xwe bînin ziman û daxwazên xwe yên diyariya satranan jî bikin.

Radyoya Dengê Mezopotamya êdî ne tenû di ser freqansa kin û li kîşwerên Asya û Ewropa, li cîhanê teva bi riya internetê guhdarî bikin.

Bi riya internetê, bûyerên rojane, nirxandin û nûçe şîroveyên cûr be cûr, li ser kurdan û li ser cîhanê di sîtê de cih digirtin û digihane ber destê guhdêran. Radyoya Dengê Mezopotamya ku di 27ê Gûlana 2004an de dest bi weşanê kir, di demeke kin de bû deng û awaza gelê Kurd. Di demeke kin de bû guh û dengê cengawerên gelê kurd. Ji ber ku Radyo nirxê gelê kurd bû û binbarî û berpirsiyariya xwe li hemberî nirxên herî giranbiha yê gelê kurd, cengawerên xwedawendî di anî cih. Bi cengawerên kurd re, di şer de bû, bi çeperan de bû, di riyên dûr û dirêj de bû...

Bêguman 6 saetên weşanê têra bersiva demê ne dikir. Lewra Radyoya Dengê Mezopotamya, dema weşana xwe zêde kir. Di destpêka sala 2002an de, saetên weşana xwe hewaxiste 12 saetan û bi yekemîn radyoya ku dinavbera kîşweran de deng û awaza kurdan ragihîne cîhanê...

Radyoya Dengê Mezopotamya, îro weşana xwe 16 saetan û bi zaravayên cûda yên kurdî dike. Mixabin, ji sedema kêmasî û tûnebûna kadroyan, Zaravayê Dimilkî (Zazakî) û Hewremanî, weşan nayê kirin. Pirraniya 16 saetên weşana radyoya Dengê Mezopotamya bi zaravayê kurmancî ye. Her roj bi kurmancî 4, bi soranî 3 caran, bi giştî 7 caran bultenên nûçeyan têne weşandin.

Gelê kurd, hemberî ku di vekirina radyo de jî dereng ma, lê di demeke kin de giringiya radyo fam kir û mîna gelên cîhanê teva, di jiyana rojane de bi kar anî.

Li cîhanê, radyoya yekemîn di 23ê Çileyê 1901ê, ji aliyê zanistê Îtalî Guglîelmo Marconî ve hate dîtin. Gelê kurd jî, 38 salan, yekemîn car bi weşana radyoya Baxdayê ku bi desteka rejîma Iraqê hate vekirin re, guhdariya zimanê xwe kir. Lê radyoya Baxdayê, tixubê Iraqê derbas ne kir û nebû dengê gelê kurd.

Pıştre Radyoya Êrîvanê dest bi weşana kurdî kir û mirov dikare bibêje ku radyoya Êrîvanê heya bi radeyekê, bersiva muzîka kurdî jî da. Lê Radyoya Êrîvanê jî, hemberî ku li her çar parçeyên Kurdistanê dihate guhdarî kirin jî, nebû dengê gelê kurd.

Di salên şerê duyemîn yê cîhanê de, radyoya Hayfa, piştre jî radyoya Kîrmanşah ya Îranê dest bi weşana zimanê kurdî kirin. Di sala 1975an de Iraqê û PDKa Iraqê jî weşanên radyo dane dest pê kirin û wek alavê şer bikaranîn. Hemberî ku giringiya radyo û ragihandina radyo giring hate dîtin jî, weke dihate xwestin di rengê profesyonelî de kar nekirin û nebûne dengê gelê kurd.

Piştre, radyoya dewletê a Swêd, radyoya Dengê Emerîka û weşanên radyo yên li Awusturya, Ingiltêre û Danîmerka, radyoyên ku bi kurdî weşan kirin derketin holê. Lê, van radyoyan jî bersiva daxwaz û pêdiviyên gelê kurd nedan. Ji ber ku tevahiya van radyoyan bi amatorî weşan dikirin.

Piştî salên 90, gerilayên kurd, radyoyên herêmî sazkar kirin û dest bi weşana herêmî kirin. Lê van radyoyayn teva bersiva demê ne didan. Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd, bêyî ku dereng bimîne ev kêmasî dît û gava temam kirina medya kurdî avêt. Ji ber ku Haraketa Kurd, giringiya medya alternatîf anîbû ziman û di vê babetê de gavên giring avêtibûn û di pratîkê de jî, sûdewariyên wê dihatin xuya kirin. Lewra di sala 2001ê de bi vekirina Radyoya Dengê Mezopotamya gav avêt û mohra xwe li nûjeniyeke din da.

Di qonaxa îroyîn de gelê kurd, ne bi xêra dewletên ku çend saetan mafê wêşanê didin, bi ked û xwehdana xwe, cîhana bi hêz a medya xwe ava kirine û di hêr pîşe û warî de, bi teknolojiya herî pêşketî weşanên xwe dikin.

Radyoya Dengê Mezopotamya jî stunek ji vê hêza dewletî ye û 7 salên xwe diqedîne dikevê 8 saliya xwe de.


< <<   >> >