| Erdogan bi kîjan rûyê diçe Amed ê. | | Çap kirin | |
|
Însiyatîfa Demokratîk ya Amedê serdana Erdogan ya bajêr weke dagirkeriya aborî û siyasî bi nav kir. Înîsiyatîfê derbarê gera serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan de daxuyaniyek weşand. Însiyatîfê da zanîn ku di vê dema ku çiyayên Kurdistanê her roj têne bombekirin de, her roj agahiyên nû yên şehadeta gerîllayên me tên û pirsgirêka Kurd bi tevahî ber bi neçareserkirinê ve tê kaşkirin, serokê AKPê û serokwezîrê tirk Erdogan bi kîjan rû û cesaretê tê Amedê?" Înîsiyatîfê bibîrxist ku plana serdanê ya Erdogan a berê, ji ber nerazîbûna gel hatibû betalkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erdogan dixwaze vê carê jî bi dehan parlamenter û wezîran bi sozên vala gel bixapîne. Însiyatîfê serdana Erdogan ya bajêr weke dagirkeriya aborî û siyasî bi nav kir û diyarkir ku ewê sibe helwesta xwe ya li dijî vê dagirkeriye ji gel re eşkere bikin. Însiyatîfê banga hestyariyê li xelkê Amedê kir û anî ziman ku ewê ji encamên helwestên di serdana Erdogan de rû bidin, berpir nebin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 