Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Ji bo 'Mîtînga Êdî Bes e tenê çend roj man. | Çap kirin |

Mîtîng, wê di 1ê Hezîranê de li Kadikoy ya Stenbolê were lidarxistin û amadekariyên mîtîngê hîn dewam dikin.

Di vê navberê de rêxistinên civakî yên sivîl ên li Stenbolê jî dan xuyakirin ku ewê bi awayekî xurt piştgiriyê bidin mîtîngê.

Endamên Tevgera Elewî ya Demokratîk û Azad û Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal jî li pêşiya postaxaneya Galatasarayê daxuyaniyeke çapameniyê dan.

DTP'ê, SDP'ê, ESP'ê û nûnerên Meclîsa Aştiyê jî piştgirî dan daxuyaniyê.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî, dan zanîn ku ewê desteka tam bidin mitîngê û ji her kesên aştîxwaz xwestin ku tevlî mitînga 'Êdî Bes e, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî' bibin.

Li aliyê din Hewldana Meclîsa Aştiya Tirkiyê Baskê Derya Spî, banga tevlîbûna Mitinga 1ê Hezîranê ya Kadikoy kir.

Berdevkê Hewldana Meclîsa Aştiya Tirkiyê û serokê Komela Mafê Mirovan yê Mêrdînê Celal Sonuvar, destnîşan kir ku mitinga Kadikoy giring e û ji bo pêvajoya aştî û pêkhatina demokrasiya li Tirkiyê, beşdarbûna sazî û dezgehên civakî, sendikeyan û kesayetiyên cûda pêwist e.

< <<   >> >