Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
HPG: Di 3 rojên dawî de 16 leşker hatine kuştin' | Çap kirin |
 HPG'ê ji bo bîranîna Adil Amed di çalakiyên 3 rojên dawiyê herî kêm 16 leşkerên tirk kuştin.
Gerîllayên Hêzên Parastina Gel HPG'ê di çalakiyên ji bo bîranîna endamê Konseya leşkerî Adil Amed darbeyên giran li artêşa tirk dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê der barê şer û operasyonên 3 rojên dawiyê de daxuyaniyek da.

HPG'ê da zanîn ku di 21'ê gulanê de li navçeya Çewlik Azarpêrtê yekîneyên wan li mudûriyeta polîsan, qeymeqamî û qereqola polîsan xistiye.

HPG'ê da zanîn ku wesaîteke leşkerî ya li navçeyê digeriya bûye armanca çalakiya wan û 5 leşkerên di wesaîtê de hatine kuştin.

Li aliyê din li navçeya Çewlik Xolxolê jî nêzî gundê Deştê şer derketiye .

HPG'ê diyar kir ku heta niha derbarê encamê vî şerî de agahî negihîştine wan.

Navenda çapemeniya HPGê diyar kir ku artêşa tirk li herêma Kursê Keçê dest bi operasyonê kiriye, lê di 23ê Gulanê de danê êvarê gerîlayan êrîşî wan kirine, çeperên li vî girî jî bi dest xistine, 6 leşker mirine û 4 leşker jî birîndar bûne.

HPGê da zanîn ku li herêma Çatakê jî şer rû daye.

Li gorî daxuyaniyê li derdora çiyayê Kato Xelîla gerîlayan 2 caran li leşkerên derketine operasyonê xistine.

Şeva ku operasyon destpêkir, gerîllayan li herêma Kanî Zevkê li dijî yekîneyeke leşkeran çalakî lidarxistin.

HPGê diyar kir ku der barê çalakiyê de agahiyên zelal bi dest nexistine, lê di çalakiya duyemîn de 5 leşker mirine.

Gerîllayan hêzên parastina gel yekîneyeke leşkeran şopandine û danê êvarê lê xistine.

Di vê çalakiyê de 5 leşker mirin, 8 leşker birîndar bûn û gerîllayek jî jiyana xwe ji dest da.

HPG diyar kir ku gerîllayê jiyana xwe ji dest daye Hayrettîn Tan, bi navê kod Bawer Nisêbîn di sala 1978an de li Nisêbînê hatiye dinê.

HPG'ê da xuyakirin ku li navçeya Dersîmê Xozatê jî di 12ê Gulanê de şer rû daye û li vir jî gerîllayê bi navê Yaser Oso, bi navê Kod Sadik di sala 1982'an de li bajarê Raqqa yê Başûr-Rojevayê Kurdistanê hatiye dinê jiyana xwe ji dest daye.

HPG'ê eşkere kir ku li qada Kêla Aşilme ya li Çiyayê Gabarê leşkerên tirk li ser girêke bûne hedef û piştî çalakiyê helîkopterên skorskî li ser girê cenaze û birindar rakirine.

Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku li dijî treneke bar ya ku li Elazîzê alavên leşkerî dibir Wanê çalakiyek sabotaj li dar xisine.


Di encama çalakiyê de, 4 wagon hatine îmha kirin, 2 wagon vergeriyane, alevên di wagonan de jî hatine taxrîp kirin.

HPG'ê bibîrxist ku gelek bejahiyên Xakurkê ev 10 rojin ji aliyê artêşa tirk ve tene bombekirin.

Artêşa tirk, amadekariyan dike ku li herêma Colemêrgê Kato Marinos, li herêma Çataxê, Kato Jîrka operasyonê bide dest pê kirin.

Ji aliyê din ve, artêşa tirk 30 tank û gelek leşker û alavên leşkerî birine Silopiyê.


< <<   >> >