Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Kampanya 'Brêz Ocalan'despêkir. | Çap kirin |
Şaredarên DTP'ê û nunerên saziyên kurd ji bo protestokirina dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' serî li dozgeriya Amedê dan û gotin, 'Birêz Ocalan'.

Kurdistaniyan ji bo zext û êrîşên li dijî gelê kurd protesto bikin, dest bi kampanyayeke nû kirin.

Kampanya bi navê 'heger bi birêz xîtabkirin sûc e' ez jî dibêjim 'birêz Abdullah Ocalan' îro li Amedê dest pê kir.

Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, şaredarên qademeyên jêr Yurdusev Ozsokmenler, Firat Anli, Zulkuf Karatekîn, Abdullah Demîrbaşê ji wezîfeyê hatîgirtin û nunerên saziyên kurd jî di nav de, bi sedan kesan daxwaznameya kampanyê îmze kir.

Bi sedan kesên serî li dozgeriya Amedê dan, dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' protesto kirin û gotin ku, ew jî dibêjin 'birêz Abdullah Ocalan. Heger ev sûc be, bila derbarê wan de jî doz were vekirin'.

Kurdistaniyan bi daxwaznameyê bal kişandin ser zext û êrîşên dewleta tirk û gotin: 'Êrîş ewqas zêde bûn, tenê ji ber gotina 'Birêz Ocalan', bi hezaran doz hatine vekirin. Ji ber ev gotin bikaranîne, rêveberên DTP'ê jî di nav de, gelek kes hatine cezakirin'.

Tê payin, kampanya ji bo protestokirina dozên ji ber gotina 'Birêz Ocalan' bi beşdariya bi hezaran kesan belavî bajarên hemû bajar û navçeyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bibe.

< <<   >> >