| Ocalan got:'Bila tirkiye neyê lîstîkan'. | | Çap kirin | |
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku Emerîka û Îran, bi gotinên 'PKK dijiminê hevpar e' Tirkiyê dixapînin û ji rayedarên tirk xwest ku neyên lîstikan.Ocalan da zanîn ku di sala 99'an de nunerên dewletê bi wî re hevdîtin pêk anîne û ji bo çareseriyê jê alîkarî xwestiye, lê belê ev hewldan beşeke rayedarên dewleta tirk ve hatiye astengkirin. Ocalan da zanîn ku di sala 99'an de nunerên dewletê bi wî re hevdîtin pêk anîne û ji bo çareseriyê jê alîkarî xwestiye, lê belê ev hewldan beşeke rayedarên dewleta tirk ve hatiye astengkirin. Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzên xwe re pêk anî û derbarê rewşa PKK, polîtîkaya dewleta tirk, lîstikên Emerîka û Îranê û pirsgirêka kurd de, dîtinên xwe anîn ziman. Ocalan bal kişand ser lîstikên Emerîka û Îranê yên li dijî Tirkiyê û got: 'Emerîka û Îran, Tirkiyê tînin lîstikê. Rayedarên emerîkî û îranî bi gotinên 'PKK dijminê hevpar e' Tirkiyê dixapînin. Lê belê rayedarên tirk vê lîstikê nabînin û tên lîstikên wan'. Ocalan bi bîr xist ku Emerîka dixwaze Rojhilata Navîn bigire bin kontrola xwe û got: 'Emerîka û Tirkiye tu caran nabin dost. Tirkiye û Emerîka bibin dost jî, wê ji aliyê din Rûsya û Îran derkeve pêş'. Ocalan hewldanên rayedarên tirk ên bi operasyonan têkbirina PKK'ê wekî xeyalek û xwe xapandinek nirxand û got: 'PKK bi operasyonan têk naçe. PKK ji herdemî zêdetirî bi hêz bûye. Ji ber operasyonan wê tenê ciwan zirarê bibînin. Wendahiya gerîla jî, leşkeran jî min xemgîn dike. Ma kî ji ber mirina ciwanan xemgîn nabe?' Ocalan ji bo ciwan nemirin careke din banga berpirsyariyê li hukumeta tirk kir û got: 'Bila ji bo rawestandina mirinan û aştiyê gavan biavêjin. Cesareta rayedarên tirk nîne. Serok-komar Abdullah Gul jî, Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan jî tirsonek in. Îradeya wan ya çareseriyê nîne. Heger gaveke biçûk biavêjin, ezê jî tiştên dikevin ser milê min bi cih bînim. Ya girîn pêkanîna aştî û rawestandina mirinan e. Hewldanên min ên heta niha ji bo aştiyê bûn. Di nava dewletê de jî hin aliyên xwestin aştî pêk bînin hebûn. Lê belê hewldanên wan bi tasfiyeya wan bi dawî bûn'. Ocalan bi bîr xist ku, wekî dema Tansû Çîler û Dogan Gureş niha jî, Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan û Serfermandarê tirk Yaşar Buyukanit, gotinên ewê PKK'ê têk bibin tînin ziman û got: 'Çîler û Gureş di sala 1996'an de digotin ewê biqedînin. Nekarîn. Di sala 2006'an de jî, heman gotin anîn ziman, dîsa nebû. Niha dîsa Erdogan û Buyukanit heman tiştan dibêjin. Lê belê PKK bi operasyonan naqede. Erdogan û Buyukanti kevneşopiya dewleta tirk avêtin aliyekê û li Qesra Dolbahçeyê hevdîtineke veşartî pêk anîn. Di kevneşopiya dewleta tirk de tiştek wisa nîne. Şerê nav hêzên dewletê de encama hevdîtina qesra Dolmabahçe ye. Beşeke dewletê hevdîtina Qesra Dolbahçe qebûl nakin'. Ocalan derbarê hewldanên beşeke rayedarên dewleta tirk ên ji bo çareseriyê de agahiyên balkêş dan û got: 'Di sala 99'an de nunerên dewletê hatin cem min. Me hevdîtinek pêk anî. Min ji wan re got, heger çareseriyeke aştiyane pêk were, ezê karibim hêzên PKK'ê derxim derveyê sînor. Li hemberî vê hûn karibin çi bikin? Wan jî gotin heger hûn hêzên PKK'ê bikişînin derve, wê hin gavan biavêjin. Min jî wê demê, ji bo pêvajoya aştiyê pêş bikeve, hêzên PKK'ê derxistin derveyê sînor. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît jî xwest bi riyên aştiyane pirsgirêkê çareser bike. Armanca efûya 2000'an ev bû. Lê belê MHP'ê armanc guhert û hewldana Ecevît asteng kir'. Ocalan derbarê rewşa AKP'ê de jî, tiştên di sala 2002'an de hatin serê Bulent Ecevît, Devlet Bahçelî û Mesût Yilmaz wekî mînak dan û got: 'Bahçelî, Ecevît û Yilmaz, di sala 2000'an de îdamkirina min nîqaş dikirin. Min ji wan re got, dev ji mijara îdamkirina min berdin li rewşa xwe binêrin. Hewl bidin xwe rizgar bikin, wê lingên we bişemitînin. Heger hûn Tirkiye demokratîk bikin û ji bo çareseriya pirsigrêka kurd gavan biavêjin, hûnê rizgar bibin. Lê belê wan guh neda min, gav neavêtin û tasfiye bûn. Min heman tişt ji bo AKP'ê jî gotin, ew jî guh nadin. Heger AKP jî guh nede û wê tiştên hatin serê wan, wê werin serê AKP'ê jî û ew jî tasfiye bibe.' Ocalan bal kişand ser hewldanên kurdan bixin bin kontrola sermayeya global jî û got: 'Dizanin ewê bi serê xwe û bi operasyonan pirsgirêka kurd ji holê rakin. Ji ber vê, tevî operasyonan sermayeya global xistine dewrê. Hewl didin kurdan bixin bin kontrola sermayeya global. Dewlet li Kurdistanê, nêzî 500 malbatên hevkarên xwe bikartîne û ji bo nasnameya kurd înkar bikin, pereyan dide wan. Berê ev yek bi riya axa, beg, şêx û tarîkatan dikir. Lê belê niha bi destê AKP'ê ji bo nasnameya xwe red bikin, pereyan belav dike. Derfetên avakirina holdîng û şîrketan dide wan. Îhaleyên dewletê dide wan. Ji wan re dibêje dev ji kurdîtî berdin, maaş bigirin. Dev ji kurdîtî berdin, holdîn bigirin'. Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan ji bo neyên vê lîstika dewleta tirk, hemî kurdistanî hişyar kirin û got: 'Ez ji gelê xwe dixwazin bi hişyar tevbigere. Ev malbat û derdorên nasnameya xwe red dikin û pereyan digirin, ev ajanên dewlet û sermayaye globalin. Divê gelê me silavek jî nede wan. Dîn û îmanê wan kesan dolarin. Ji bo xebatên li dijî kurdan, gelek pere dane wan malbatên hevkar. Pere kirine bêrîka van. Ev malbat û derdor ji bo koltixeke şaredariyê dikarin hemî nirxand bifiroşin. Ew xwe wekî misilman nîşan didin, lê belê tiştên dikin li dijî misilmaniyê ne. Tu eleqeya tiştên ew dikin, bi îslamiyetê nîne. Îslamiyet ola aştiyê ye'. Ocalan anî ziman ku, wî parêznameyeke xwe qedandiye û got: 'Parêznameya min a dawî, yên berê kurtir e. Min pirsgirêka jinan girtiye dest. Min behsa zextên li dijî jinan kiriye. Min bi parêznameyê, bersiva 'Jin çawa ketiye rewşa îro û çawa hatiye kolanîkirin' dane. Di rojên pêş de jî ezê dest bi beşa 'Azadiyê' ya parêznameya xwe bikim. Di wê beşê de jî ezê hewl bidim wateya azadiyê bînim ziman'. Ocalan ji hemû jinan xwest ku ji bo ji rewşa têde rizgar bibin xwedî jiyaneke bi îdîa bin û jiyana azad bikin hedef û got: ' Xebata Akademiya jinan girîng e. Di vê Akamediyê de, xebatên ji spor, heta siyaset, hiqûq, fakulte, xebatên atole, çand û huner dikarin werinkirin. Divê ev Akademî karibe hemî aliyan bigire nav xwe. Wekî mînak xwendekarek zanîngehê jî û jineke malê jî karibe di vê Akademiyê de cih bigirin. Ocalan bal kişand ser girîngiya xebatên ciwanan jî û got: 'Di qada siyasete demokratîk de kêmaniya tercube û perspektîfê ya ciwanan heye. Ji ber vê ciwan di dema têkoşînê de bêsebir tevdigerin. Herkes bûne dîlên kapîtalîzmê. Lê ev yek di ciwanan de zêde ye. Ji ber vê, divê ciwan ji pere, pûl û bandora kapîtalîzmê dûr bisekinin. Heger wisa bikin, wê jiyan ji bo wan watedir be'. Ocalan bi bîr xist ku di dema Hz. Muhammed de, mizgeft navendên civakî bûn û got: 'Divê mizgeftan vegerînin wekî navendên civakî. Divê mizgeft wekî dema Hz. Muhamed bikin navendên lê pirsgirêkên civakî tên nîqaşkirin. Rastiya ola îslam ev e û divê mirov mizgeftan vegerîne cihên lê pirsgirêk tên çareser kirin. Îslamiyet xizmetê aştiyê dike. Mele jî dikarin xebatên xwe di vê çarçoveyê de bimeşînin û ez ji meleyên histiyar re, silavên xwe yên taybet dişînim'. Ocalan ji DTP'ê jî xwest ku li hemberî doza girtinê tedbîrên xwe bigirin û got: 'Dikarin DTP'ê bigirin. Lê wê Têkoşîna Demokratîk dewam bike. Divê DTP amadekariyên xwe bike û ji bo avakirina civakên demokratîk xebatan bimeşîne'. Ocalan hemî gelên Iraqê silav kirin û got: 'Min di parêznameya xwe de, cih da trajediya wan ya ji dema Uruk heta dîroka îro, dîroka 5 hezar salî nirxand. Min bersiv daye ew çawa hatin kolekirin û rêya azadiyê nîşan daye. Ez trajediya qewma Îbranî fêm dikim. Tiştên jiyane dizanim. Di projeya Konfederalîzma Demokratîk de, cihê wan jî heye. Di beşa 3'mîn Azadiyê de, min behsa xeta û serkeftinên dîrokî kiriye. Ez ne kesekî antî-semînîst im û min hewl da bibin kesekî objektîf'. Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan careke din bal kişand ser partiyeke ku hemû hêzên demokratîk bigire nav xwe û got: 'Ez ji hemû rewşenbîrên çepgir û siyasetmedaran re dibêjim, ji bo Partiyeke Siwanî bixebitin. Ez dibêjim, werin vê carê em we bişopînin. Hûn proje amade bikin, emê desteg bidin. Ya girîn aştî û pêkanîna çareseriyê ye. Dikarîbûn bi avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan û Lihevkirinê dest bi xebatê bikin, lê belê nekarîn vê jî bikin. Li Parlemenê jî dikarin komîsyonek ava bikin. Li Başûrê Efrîkayê hate ceribandin, dîsa li gelek welatan hate ceribandin, dikarin li Tirkiyê jî vê biceribînin'. Ocalan derbarê cezayê hucreyê de jî agahî da û got ku, hê dest bi pêkanîna cezayê hucreyê nekirin, lê belê ew texmîn dike, wê di nava çend rojan de dest pê bike. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku Emerîka û Îran, bi gotinên 'PKK dijiminê hevpar e' Tirkiyê dixapînin û ji rayedarên tirk xwest ku neyên lîstikan.