| Karayilan:'PKK hêza netewî ya parastina gelê kurd e'. | | Çap kirin | |
KCK'ê hewldanên têkbirina gerîla wekî xwe xapandin nirxand û diyar kir ku PKK hêza netewî ya parastina gelê kurd e.Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan êrîşên li dijî Tevgera Azadiya Kurd û gotinên wekî 'PKK zirar dide gelê kurd' ji ANF'ê re axivî. Karayilan gotinên wekî têkoşîna çekdarî ya PKK zirarê dide gelê kurd, wekî hewldana rewakirina êrîşên li dijî kadroyên PKK'ê bi nav kir û ji kurdistaniyan xwest ku nebin parçeyeke lîstikên dewleta tirk. Karayilan bi bîr xist ku artêşa tirk di êrîşa 6 gerîlayên PJAK'ê jiyana xwe ji dest dabû de, îdîa kiribûn ku rayedarên KCK'ê jî jiyana xwe ji dest dane û got: 'Tirkiye bi girtina piştgiriya Emerîkayê, rêveberên Tevgera Azadiyê kirine hedef. Bi vê yekê jî dixwaze PKK'ê tasfiye bike'. Karayilan li hemberî van lîstikên dewleta tirk derdorên siyasî yên kurd hişyar kirin û got: 'Divê tu kurd nebe parçeyeke polîtîkayên sûîkast, komplo û qetilkirinê ya dewleta tirk. Divê tu kurd hêvî nedin dewleta tirk û dayina hêviyekê wê zirarê mezin bide gelê kurd. Lewma divê kurd ji lîstikên dewleta tirk dûr bisekinin'. Karayilan bal kişand ser dijberiya dewleta tirk ya li hemberî kurdan û got: 'Divê hemû kurd bizanibin. Dewleteke tirk ku PKK'ê tasfiye bike, wê bi tu awaye hukumeta Başûr û îradeya kurd qebûl neke. Dewleteke rêxistineke wekî PKK ku xwedî bingeheke xurt ya îdolojîk, felsefîk û fedaîye, tasfiye bike, wê li herêmê ji bo kurdan û gelên din bibe hêza herî taluke'. Serokê Konseya Rêveber Murat Karayilan da zanîn ku, rêxistina PKK'ê, wisa bi tasfiyekirina hin kesan têk naçe û got: 'PKK wekî tevgereke îdolojîk xwedî bi hezaran kadro û bi mîlyonan girseyê ye. PKK tevgereke ku hertim di nava xwe de dikare kadroyan derxe û di asta herî jor de wezîfedar bike ye. Ji ber vê hewldanên rayedarên tirk, ji bilî xwe xapandinê kêrî tiştekî nayên'. Karayilan gotinên hin aliyan ên wekî 'ew li dijî şerê çekdariyê ne' wekî hewldana zayifkirina hêza gerîla nirxand û got: 'Ev alî ya rastiyê nizanin û ya jî bi awayekî zanebûn îxanetê dikin. Ji ber ku heger dewleta tirk di şexsê gerîla de, îradeya gelê kurd bişkîne, wê tu kesî nas neke. Ji ber vê divê mirov biaqil be. Tu alî piştgirî nede senaryoyên dewleta tirk û gotinên wekî şerê çekdarî yê PKK'ê zirarê dide gelê kurd bikarneynin'. Karayilan, hebûn û têkoşîna gerîla wekî hêza netewî ya parastina gelê kurd nirxand û got: 'Gerîla ne tenê ji bo rêxistinekê ye. Gerîla hemî gelê kurd temsîl dike û hêzeke parastin e û xwedî karektereke demokratîk e. Ji ber vê hemî kesê xwe welatperwer dibînin, divê beriya hemiyan ew xwedî li gerîla derkevin'. Karayilan hebûna gerîla wekî rastiyeke civakî bi nav kir û got: 'Dibêjin hêza çekdarî ya PKK'ê heye. Yê dewleta tirk jî heye. Lê dîsa PKK dixwaze bi rêyên demokratîk pirsgirêk çareser bike. Hebûna gerîla rastiyek e. Hebûna gerîla wê ji holê ranebe. Û wisa ne rehet e jî. Dewlet û çapemeniya tirk xeyalan dike, lê belê gerîla wisa bi operasyonan têk naçe. Bingeha gerîla ya 25 salî heye. Asta rêxistiniya wê heye. Ma wisa têkbirin rehet e? Bila dewleta tirk xeyalan neke û xwe nexapîne. Heger bi rastî çareseriyê dixwaze, rêya vê di diyalogê re derbas dibe. Rêyên din ji bilî xurtkirina şer û pevçûnan xizmetê tiştekî din nakin'. Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan helwesta çapemeniya tirk ya li hemberî Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk jî rexne kir û got: 'Ez nafikirim birêz Ahmet Turk ev gotin anîbin ziman. Jixwe wî bi xwe jî nûçeyên çapemeniya tirk derew derxistin. Lê belê qelemşorên tirk dîsa jî ketin nava tevgerê û dixwazin aloziyan derxin'. Karayilan li hemberî hemû lîstik û senaryoyên dewleta tirk banga hestiyariyê li kurdistaniyan kir û xwest ku bi xurtkirina têkoşîna azadiyê bersiv bidin hewldanên dewleta tirk pûç derxin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 
KCK'ê hewldanên têkbirina gerîla wekî xwe xapandin nirxand û diyar kir ku PKK hêza netewî ya parastina gelê kurd e.