Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Parlementer û şaredarên DTP'ê îlanek da rojnameya Herald Trîbun. | Çap kirin |
Parlementer û şaredarên DTP'ê, jî di nav de, hezar kesan îlanek da rojnameya Herald Trîbun û banga çareseriya demokratîk kir.

Hezar kesên ji parlementer û şaredarên DTP'yî, nîvîskar, rewşenbîr û nunerên rêxistinên civakî pêk tên, ji bo çareseriya demokratîk rûpelek îlan da rojnameya îngîlîz International Herald Trîbunê.

Îlan bi ser navê 'Li Tirkiyê ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd bang' di çapa îro ya rojnameyê ya li Ewropa û Emerîkayê de derket.

Îmzekaran bi îlanê bal kişand ser pirsgirêka kurd û anî ziman ku, Tirkiye ji dema avakirina komarê û pê ve, nasnameya kurd înkar dike û ji kurdan ji mafên bingehîn bêpar dihêle.

Îmzekaran bi bîr xistin ku, parlementerên gelê kurd bi dengên xwe şandine Parlemena Tirkiyê jî, bi lêpirsînan re rû bi rû mane.

Hezar kesên îmze avêtine bin îlana ji bo çareseriya demokratîk, dane zanîn ku dewleta tirk hê jî di çareseriya leşkerî de israr dike û ji hêz û raya giştî ya cîhanê ji bo çareseriya demokratîk piştgirî xwestin.

Îmzekaran ji Serokwezîrê berê yê îngîlîz Tony Blaîr, Wezîrê Karên Derve yê fransî Bernard Kouchner û ji kesên wekî Marttî Ahtîsaarî û Felîpe Gonzales jî xwestin ku, ji bo çareseriya demokratîk navbeynkariyê bikin.

Îmzekaran ji Tirkiyê xwestin, nasnameya kurd qebûl bike, bi guhertina Destûra Bingehîn dawî li înkara kurdan bîne, pêşiya perwerdehiya kurdî veke û efûyeke giştî îlan bike.

Parlementera berê DEP ê Leyla Zana lî Parlemena Ingîlîz banga çareseriya demokratîk kir.

Zana doh li Parlemena Ingîstanê tevlî civîna bi navê Tirkiye, Kurd û Yekitiya Ewropayê de axivî.

Zana bal kişand ser rewşa kurdan û got ku rojên tarî û xerab li paş man û ji hemû kurdistaniyan xwest xizmetê yekitiya netewî bikin,

Parlementera berê Leyla Zana polîtîkaya dewleta tirk ya li hemberî kurdan rexne kir û got ; Destûra Bingehîn a darbeya 12 ê îlonê li pêşiya pirsgîrêka kurd astengiyeke mezin e, Lê belê heger em vê Destûra Bingehîn demokratîk bikin, wê gel jî rabe ser piyan û bi awayekî azad daxwazên xwe bîne ziman .

Leyla Zana siyaseta Yekitiya Ewropayê ya li hemberî kurdan jî rexne û banga piştgiriya ji bo çareseriya demokratîk li rayedarên ewropî kir.

Zana bal kişand ser hewldanên Rêberê KCK ê Abdullah Ocalan yên ji bo aştiyê û xwest ku pêşniyarên Ocalan li ber çavan werin girtin Parlementeren îngîlîz ên di civînê de axivîn jî dewleta tirk rexne kirin û banga çareseriya demokratîk kirin.

< <<   >> >