| Operasyon dewam dikin. | | Çap kirin | |
|
Gerîlayên HPG'ê li Şirnex û Colemergê li leşkerên tirk xistin, leşker Yakup Suna û 2 leşkerên din mirin.
Hêzên tirk li Çiyayê Kupelî yê Şirnexê doh dest bi operasyonele li dijî gerîlayên HPG'ê kir. Gerîlayên HPG'ê jî li leşkerên derketin operasyonê xistin. Di encama çalakiyê de, leşkerê Afyonî Yakup Suna li çalakiyê mir û herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa tirk jî, kuştina leşker Yakup Suna piştrast kir. Gerîlayên HPG'ê li bejahiya Çelê jî, li leşkerên tirk ên derketin operasyonê xistin. Navenda Çapemeniya HPG'ê diyar kir ku, gerîlayan di 16'ê gulanê de, li leşkerên li nêzî Qereqola Bîlîcanê derketibûn operasyonê xistine. Di encama çalakiyê de jî, herî kêm 2 leşker kuştine û 2 leşker jî birîndar bûne û operasyon jî heman rojê bi dawî bûye.Operasyona berî 3 rojan li Amedê hatibû despêkirin dewam dike. Operasyon li navçeyên Amed Hanî û Licê berfireh dibe. Çavkaniyên heremî dan zanîn ku operasyona berî 3 rojan despê kiribû Şele, Xiraba, Çemê Elik û gundên Speynî ve hatiye fireh kirin. Ji bo operasyonê ji fermandariya tabûr a Haniyê gelek leşker sewqî herêmê hatine kirin. Di vê navberê de operasyona ku li dijî gerîlayên HPG'iyan hatibû destpêkirin, berfireh dibe. Çavkaniyên heremî dan zanîn ku operasyon bi giranî li Çiyayê Bagokê tê meşandin û ji Midyad, Hezex û Nisêbînê gelek leşker û cerdevan jî tevlî operasyonê bûne. Li gorî heman çavkaniyê operasyon, ji sê aliyan ve tê meşandin. Li aliyê din ji navçeya Colemêrg Gever ber bi navçeya Şemzînanê ve sewqiyata leşkerî des pê kir. Çavkaniyên heremî dan zanîn ku di saetên sibê de konvoya ku ji 20 wesayîtên leşkerî pêk dihat û alavên leşkerî jî bi 8 TIR ji Fermandariya Tugaya Geverê, ber bir Şemzînanê ve hatin sewqkirin. Li gorî heman çavkaniyê sewqiyat bê navber dewam dike û ji bo operasyonan amade bibin jî cerdevanên heremê hatine hişyarkirin. Navenda çapemeniya HPG'ê jî da zanîn ku di rojên dawî de artêşa tirk gelek Obus Hawan û cebilxane sewqiyata qereqola Museka a navçeya Colemêrg Şemzînanê dike. Li aliyê din artêşa tirk li Dersimê jî dest bi operasyoneke berfireh kir. Operasyonê doh bi piştgiriya helîkopterên Kobra dest pê kir. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku operasyon li bejahiya gundê Çanakçi ya Mazgîrtê tê meşandin. Heman çavkaniyan dan zanîn ku helîkopterên kobra qasî 4 saetan hin noxte bombe kirine. Lê belê derbarê encama operasyonê de tu agahî bi dest neketin. Qereqola Uzunçayir jî li nêzî herêma operasyonê ye û operasyon jî rê li ber fikarên gundiyên herêmê vekir. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 