| Merheleya nû ya Pêngava Êdî bes e. | | Çap kirin | |
|
KCK'ê diyar kir ku, 'pêngava Êdî Bes e', ji doh û pê ve ketiye merhaleyeke nû û banga bi rihê 18'ê gulanê xurtkirina têkoşînê li gelê kurd kir.
Komîteya Azadî û Tenduristiya Rêber APO ya Koma Civakên Kurdistan KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand merheleya nû ya Pêngava Êdî bes e. KCK'ê da zanîn ku wan bi şêwaza 'Ji Rêber APO re azadî û ji Kurdistanê re xweseriya demokratîk' dest pêvajoya nû ya Pêngava Êdî Bes e' kiriye. KCK'ê anî ziman ku, Pêngava Êdî Bes e' ji 18'ê gulanê û pê ve ketiye pêvajoyeke nû û got: 'Wekî gel û têkoşîn, em di dîroka têkoşîna azadî û demokrasî de, di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de an emê qezenc bikin û bi ser bikevin, an jî emê çavên xwe ji destketiyên bi xwîna şehîdan û qehramaniya wan bi dest ketine re çavên xwe bigirin. Ji bilî van 2 îhtimalan tu îhtimaleke din nîne. Komîteya Azadî û Tenduristiya Rêber APO ya KCK rêyên din ên ji bilî van îhtimalan wekî xefletî nirxand û got: 'Rêber APO beriya bi salan, xefflet bi îxanetê taluketir nirxandibû. Ji ber vê, divê ji bo têkoşîna bi dayina bedelan mezin bûye, bi serketinê encamkirin, berpirsyarî û wezîfeya sereke ya me ye û ji bilî vê li pêşiya me tu rê nîne'. KCK'ê bal kişand ser Meşa BOTANê ya kurdistaniyan, çalakiyên 8'ê Adarê û pîrozbahiya Newrozê jî û got: 'Gerîla jî, bi çalakiyên Gabar, Oremar, berxwedana Zap û çalakiya Bezelê, roleke dîrokî lîstiye û îspat kiriye ku, gerîla têk naçe û ev rastî jî nîşanê dost û dijmin daye. Gel û gerîla bi çalakiyên îsal dest bi pêvajoyeke nû kiriye'. Komîteya Azadî û Tenduristiya Rêber APO ya KCK anî ziman ku, gotina Êdî BES e' wateyeke din girtiye û bûye sembola serhildan û berxwedanê ya li hemberî zilm, zext û êrîşan û got: 'Hê em nikarin bêjin, pêvagava 'Êdî Bes e' gihişt armanca xwe. Hê Rêber APO azad nebûye. Tecrîta li ser wî dewam dike. Tenduristiya wî ya ji ber jahrdayinê xera bû, hê nehatiye tedawîkirin. Ji ber vê heta ev pêk neyên mirov nikare bibêje 'Pêngava Êdî Bes e' gihştiye armanca xwe. Ji bo ev pêngav bigihêje armanca xwe jî, divê em vê pêngavê bi silogana 'Ji Rêber APO re azadî û ji Kurdistanê re xweseriya demokratîk pêş bixin'. KCK'ê bi bîr xist ku, di dîroka Têkoşîna Azadiyê de, hewldana yekemîna tasfikirinê di 18'yeke gulanê de bi qetilkirina Hakî Karer dest pê kiribû û got: 'Me bi partîbûyinê bersiv da qetilkirina Hakî Karer û hewldana tasfiyeyê vala derxist. Kongra-Gel jî di 5'mîn civata giştî de, bi biryarbûna 18'ê gulanê rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Niha jî, divê gelê bi rihê 18'ê gulanê ji bo serkeftina 2'mîn pêngava Êdî bes e têkoşîn bimeşînin'. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 