| Artêşa tirk şerê qirêj dimeşîne | | Çap kirin | |
|
Konseya Rêvebir a KCKê, ji sedema hewldanên xiyaneta dîrokî a nava kurdan, kiryar û şerê qirêj û gemarî yên dewleta tirk ku pêr 6 gerîla hatine jehr-dayin, daxuyaniyek weşand.
KCK'ê, bi jehrdayîna qetilkirina 6 endmên Yekîtiya Demazrandina Demokratîk DKB'ê weke sûcê şer binav kir û bal kişand ser şerê qirêj yê artêşa Tirk. Çapemeniya Tirk doh ragihandibû ku 6 gerîla di encama operasyonê de li ser sînorê Îranê jiyana xwe ji dest dane. Rastiya vê nûçê îro derkete holê. Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK'ê daxuyakirin ku 6 gerîla bi jehrdayînê hatin qetilkirin. Yekîneyekê girêdayî Yekîtiya Demazrandina Demokratîk, ji kesê binavê Abdulmutalîp Ozdemîr yê ji navçeya Wanê Elbakê gumanan dikin û ji bo lêpirsînê wî digrin binçavan. Piştî lêpirsînê, ji ber ku tişteke berbiçav nehate bidesxistin, gerîlayan, kesê kontra serbest berdane û destûr danê ku wê şevê li cem wan bimîne. Lê belê Kontra Abdulmutalîp Ozdemîr, jehrê dixe nava çayê û 6 gerîlayên bi navê Gelî, Huseyin, Têkoşer, Gîvara, Dewrîm û Bora qetil dike û bi vê jî namîne termê gerîlayan gulebaran dike. Piştî bûyerê, dema Kontra Ozdemîr xwestiye bireve, ji aliyê gerîlayên noberda ve tê kuştin. Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK'ê diyar kir ku ev bûyer nîşan dide ku dewleta tirk di şêwazên şerê qirêj de israr dike. KCK'ê diyar kir ku 'Ev rêbazên li dijî gerîlayên azadiyê û gelê me têne bikaranîn li dijî qanûnê şer in û ev yek ji aliyê her kesî ve baş tê zanîn. Em careke din rayedaran hişyar dikin. Divê ev êrîşên bê bext yên li dijî milîtanên azadiya Kurdistan û kadroyên wê, werin terkandin. Berovajî vê yekê wê encamên wê neyên berhevkirin. Ji ber ku êrîşa bi jehrdayînê xwedî taybetmendiya bêxeterî û êrîşa herî hêsane." KCK'ê her weha nûçeyên fermandariya giştî ya artêşa Tirk ya dibêje bûyer di encama şer de qewimiye jî derw derxist. KCK'ê da zanîn ku roja behsa wê tê kirin, li herêmê ti operasyon nehatiye lidarxistin û helwesta fermandariya artêşa Tirk weke acîzbûnê binav kir. KCK'ê diyar kir ku tevî hemû êrîşan jî, wê ti kes nikaribe têkoşîna wan têkbibe û got, bi pêvajoya 2 emîn ya pêngava 'Êdî Bes e' wê planên qirêj yên dewleta tirk werin pûçkirin. Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK'ê, bang li hemû derdorên hestyar kir ku li dijî êrîşên qirêj yên artêşa Tirk, bi awayekî xurt tevlî pêvajoya 2emîn ya pêngava 'Êdî Bes e' bibin. Ji aliyê din ve, Inîsiyatîfa Gel a Amedê jî, daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku îtîrafkarê kevin Hanîfî Yolaçan ku, ji gundê navçeya Silwanê Reşikê ye, li Hazro, Bagriwar û navenda Amedê çûye cem gelek welatparêz, sazî û pîşe-saziyan û gotiye ezê biçim çiyê û tevlî hevalan bibim û alîkarî xwestiye. Itirafkar Yolaçan, piştî alîkarî standiye, ixbara kesan, sazî û pîşe-saziyan kiriye. Insiyatîfa Gel a Amedê, bang li gelê kurd kir ku li hemberî kesên wiha xayin û bê exlaq, şiyar bin û neyên lîstikan. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 