Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Şehîdên gulanê hatin bîranîn. | Çap kirin |
 Şehîdên gulanê hatin bîranîn.
4 şoreşger bi navê din 4 stêrk Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn di salvegera 26`mîn de, hatin bîr anîn.
Çalakiya 4 şoreşgeran wekî çalakiya 4`an di dîrokê de cih girt û li hemberî tarîtiya 12 îlonê jî, bû roniyek.

18`ê Gulanê di heman demê de, salvegera qetilkirina ji pêşengên PKK`ê Hakî Karer û ji pêşengên şoreşa Tirkiyê Îbrahîm Kaypakkayê ye jî.

Haki Karer di sala 1977`an de li Dîlokê ji aliyê rêxistina ajan-provakator Sterka Sor ve hate qetilkirin.

Armanc têkbirina têkoşîna azadiyê ku hê di pêvajoya şitildayinê de bû.

Lê belê zarokên agir û rojê û kulîlkên Kurdîstanê, bi avakirina PKK`ê bersiv da û şitlên azadiyê li çar aliyê Kurdîstan belav dikir.

Piştî saleke din jî, di çalakiya bîranîna Hakkî Karer de, ji endamên PKK`ê Halîl Çavgun hate qetilkirin.

Tevgera Azadiya Kurd jî, 'şiyara xwedî-derketina şehîdan, ji bilindkirina ala têkoşînê derbas dibe' esas girtin û pêl bi pêl têkoşîna azadiyê mezin kirin.

Ji pêşengên çepgir a Tirkiyê, Îbrahîm Kaypakkaya jî, di sala 1973`an de, qasî 3 mehan di bin êşkenceya dijwar de ma, lê belê êşkencekaran nekarîbûn wî bidin axaftin.

Ala Berxwedana Çalakiya 4`an, Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakaya îro, di refên tevgera azadiya Kurdistanê de, ji aliyê bi hezaran ciwanan ve tê bilind kirin.

Bi rasthatina vê rojê, Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, 2. Pêvajoya Pêngava 'Êdî Bes e' îro dide destpêkirin.

Pêngava ji bo azadî, ewlehî û başkirina şert û mercên tendurustiya Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, pêvajoya wê ya 2. bi rasthatina 18'ê Gulanê Roja Şehîdan destpê dike.

KCK'ê diyar kir ku ew kesê di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, bibîrtînin û ji bo meşeke xurt ber bi çareseriya demokratîk û azadiyê ve, banga tevlîbûnê li her kesî dikin.

Konseya Rêveber a KJB'ê di şexsê kadroyê pêşeng ê PKK'ê Hakkî Karer de, şehîdên meha Gulanê bi bîranî.

Koma Jinên Bilind KJB'ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser pêvajoya 2. ya Pêngava "Êdî Bese".

Bi rasthatina 18'ê Gulanê Roja Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD'ê peyamek weşand.

PYD'ê, di peyama xwe de got, heta gelê Kurd azad bibe, ewê têkoşîna xwe dewam bikin.

Şehîdên gulanê di serî de li Kurdistan Kampa maxmûrê li bajarên tirkiyê û li bajarên Ewropayê hatin bîranîn.

< <<   >> >