Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Ocalan diyar kir ku 'PKK xwedî îdolojiyeke xurte û dikare hertim xwe nû bike'. | Çap kirin |
 Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku, PKK ji berê bi hêztir bûye û got: 'PKK xwedî îdolojiyeke xurte û dikare hertim xwe nû bike'.
Ocalan roja çarşemê bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û hewldanên dewleta tirk ên li dijî Tevgera Azadiya Kurd, rewşa PKK'ê û lîstikên li dijî Tirkiyê nirxandin.

Ocalan bal kişand ser lîstikên li dijî Tirkiyê û got: 'Bi awayekî zelal li hebmerî Tirkiyê lîstik tê lîstin. Tirkiye bi ser kurdan de çûyinê, ji aliyê stratejîk ve wenda dike'.

Ocalan, rayedarên tirk ji ber bangên poşmaniyê rexne kirin û got: 'Radibin timûtim qanûnên poşmaniyê derdixin. Ev qanûn ji bilî tehrîqkirinê kêrî tiştek nayên. Poşmanî li dijî xwezaya mirovahiyê ye'.

Ocalan li ser îdîayên hêzên tirk ên wekî 'rayedarên PKK'ê nikarin têkiliyan deynin jî' got ku, ew ne rast e. Hertim derfetên têkilî danînê yên rayedarên PKK'ê hene. Lê belê van bikarnaynin. Ez hertim dibêjin, her tim ji bo PKK'ê rêyek heye. Hertim li deverê cûda fermandariyên cûda mumkun in. Heger pêwist bike PKK dikare berê xwe bide van fermandariyan û wê demê wê 40 fermandarî derkevin holê. Wê çaxê jî, wê gelek PKK derkevin holê'.

Ocalan da zanîn ku, di rewşeke wisa de, wê tu alî nikaribe PKK'ê kontrol bike û got: 'Rûsya, Ermenistan, Îran, Ewropa, Yewnanistan, Emerîka û Îsraîl. Giştî PKK'ê dixwazin. Dibe ku Emerîka kesên reviyane û hin kesên din bigire cem xwe û PKK'yeke nû ava bike. Di rewşeke wisa de, PKK nayê kontrol kirin. Niha li ser PKK'ê bandora min heye, ez dikarin PKK'ê kontrol bikim'.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku, îro PKK ji berê bi hêztir bûye û got: 'Ji hemû aliyan bi ser PKK'ê de diçin. Lê belê nikarin encamek bi dest bixin. Ev yek jî îspat dike, PKK ji berê bi hêztir bûye'.

Ocalan bi bîr xist ku, PKK xwedî îdolojiyeke xurte û got: 'Îdolojiya PKK'ê li her 4 parçeyan xurt e. Pirnaiya gelê her çar parçeyan ez qebûl kirime. Li Başûr her ku diçe hêza me zêde dibe. Celal Talabanî, Mesût Barzanî û şexs dem demîne, lê belê îdolojî mayinde ne. PKK bi xwe îdolojiyeke xurt e. Têkbirin û qedandina PKK'ê ne mumkun e. Bingeha wê xurt e û dikare hertim xwe nû bike'.

Ocalaan operasyonên artêşa Îranê jî nirxandin û got: 'Îran ji aliyekê şer dike, lê belê ji aliyê din dikare deriyê sînor vekirî bihêle. Bi Îranê re hem şer û hem jî lihevkirin dikare pêk bê. Diyalog tiştek wisaye. Bi Îranê re zêdetirî 20 salin têkiliyên me û gelek nas hene'.

Ocalan, Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan jî bi tirsonekî bi nav kir û got: 'Erdogan berê behsa kurd û demokrasiyê kir. Piştî ku di serde-girtina Çeteya Atabaylar de krokiya mala wî derket û nîqaşên darbeyê hatin rojevê tirsiya. Gotinên xwe paşde girtin. Ji ber vê tirsê, di 4'ê gulana 2007'an de li Qesra Dolbahçeyê teslîmê artêşê bû û ji wê rojê û pê ve li gorî pîvanên Dolmabahçeyê tevgeriya'.

Ocalan bi bîr xist ku ji wê demê û pê ve Erdogan dijberiya kurdan dike û got: 'Li gorî peymanê wê Erdogan bi ser Ergenekon de neçe. Wê Ergenekon bigirin nav çarçoveya qanûnan. Erdogan wê di pirsgirêka kurd de wekî daxwaza artêşê tevbigere. Artêş jî wê di pirsgirêka kurd e, bi hemû çekan bi ser kurd û PKK'ê de biçe'.

Ocalan destnîşan kir ku, pratîka Erdogan ya ji wê demê heta niha, dîtinên wî piştrast dikin û got: ' Piştî wê peymanê Erdogan gotinên derbarê kurdan de paşde girtin. Raya giştî van nizane û DTP'ê jî ev rast baş fêm nekiriye. Divê DTP û raya giştî van rastiyan fêm bike'.

Ocalan diyar kir ku, Emerîka jî piştgirî daye peymana Qesra Dolmabahçeyê û got ku, jixwe ji wê demê û pê ve jî, êrîşên bi her awayî yên li dijî kurdan dest pê kirin û hê jî didomin.

Ocalan îdîayên wî bi têkildariya Çeteya Ergenekon re sûcdar dikin jî, wekî hewldana şikandina bandora wî ya manevî nirxand û got: 'Berê ez bi keamlîstî sûcdar kirime. Piştî ku ev nebû, niha jî dest bi têkildariya bi Ergenekon re kirin. Van îdîayan ji bo bandora min a manevî bişkînin tînin rojevê. Li Tirkiyê hêza ku Ergenekon derxist holê û teşhîr kir em in. Kurdan di warê têkoşîna azadiyê de, gihiştine asteke baş û ji ber vê bi îdîayên derew dixwazin pêşiya kurdan bigirin'.

Ocalan careke din ji hêzên demokratîk xwest hêzên xwe bikin yek û got: 'Ez dibêjin bi 2 rêbazan siyaset mumkun e. Yekemîn li Enqerê. Derdorên din jî dikarin di nav de cih bigirin. Ya din jî, li Amedê rêxistinekirina siyasetê ye. Divê derdorên demokratîk li hemberî hewldana serdestiya sermayeya global, hêza xwe bikin yek. Ji bo kurd jî, nebin wekî ermeniyan, suryaniyan, rûman û rewşa Filîstîn û Îsraîlê, divê siyaseta demokratîk were pêşxistin. Divê mirov rewşa Tirkiyê jî li ber çavan bigire û li gorî wê siyaseta demokratîk pêş bixe. Divê ji bo siyaseta demokratîk û jinan Akademî bên avakirin û Kongreya Civaka Demokratîk jî were pêşxistin.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan li hemberî talukeyan rêveberiya DTP'ê jî hişyar kir û got: 'Bi hezaran DTP'yî hatin girtin. Bi îhtimala mezin, wê DTP'ê bigirin û yên mayî tasfîye bikin û zayîf bihêlin. Dikarin mafê destnedana hin parlementeran rakin û parlementeriya wan daxin. Divê DTP li hemberî van bi hêzên demokratîk têkoşîna hevpar pêş bixe.

Ocalan bi bîr xist ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî destê xwe dide DTPiyan û got: 'Heger bi rastî dilxwaze û çareseriyê dixwaze, bila di navbera xwe de peymana civakî îmze bikin. Dikarin bi hev re rûnin û biaxivin.Ya girîn ev e. Heger wisa bikin, wê karibin pêşiya şeran bigirin. Heger vênekin, tenê silavkirin û hewldanên din kêrî tiştek nayên'.

Ocalan cezayên hucreyê yê di nav hucreyê de jî, wekî tehdîteke li hemberî xwe nirxand û got: 'Bi van cezayan dixwazin ji min re bibêjin, dengê xwe bibire. Ji min re dibêjin tu fermanan didî. Min ji wan re got, hûn siyasetê nizanin. Erê ez fermanan didim. Ez fermanên demokratîkkirinê û aştiyê didim. Ji bo rewş nebe wekî yê Filîstîn û Îsraîlê fermanan didim. Divê ev vê rastiyê fêm bikin'.

Ocalan got ku, heger naxwazin êdî dayik bigirîn û heger çareseriyek digerin, wê demê bila dewlet gavek biavêje. Bila xizmetê çareseriya demokratîk bike. Heger rayedarên tirk gavên pêwist biavêjin, ewê bi xwe jî, berpirsyariyên xwe bi cih bîne û ji çareseriya demokratîk rolek bilîze. Heta karibe banga vekişîna derveyê sînor û berdana çekan bike.







< <<   >> >