Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
'14'ê Gulanê Hefteya Zimanê Kurdî' tê pîrozkirin | Çap kirin |

 

Koma Civakên Kurdistan KCK'ê, Serokatiya Kongra-Gel û Konseya Rêveber a Koma Jinên Bilind KJB'ê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî peyamên pîrozbahiyê weşandin û bal kişandin ser girîngiya ziman.

KCK û Kongra-Gel ziman wekî bingeha netewe û netewebûnê nirxand û gotin: 'Neteweyekî ku xwedî li zimanê xwe dernekeve, wê nikaribe hebûna xwe bidomîne'.

KCK û Serokatiya Kongra-Gel bi bîr xistin ku, gelên nikarîne xwedî li zimanê xwe derkevin ji holê rabûne û gotin: 'Lê belê ji ber ku gelê kurd ligel hemû zext û zordariyên sed salan, xwedî li zimanê xwe derketiye, hebûn û zimanê xwe parastiye'.

KCK û Kongra-Gel dan zanîn ku, hê jî dewleta tirk zext û asîmîlasyona li hemberî zimanê kurdî didomîne û gotin: 'Heger em zanibin xwedî li zimanê xwe derkevin, emê bigêjihin hêza parastina hemû nirxên xwe'.

KCK û Kongra-Gel gotin ku, divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerde û bazarê û ji hemû kurdan xwestin ji bo vê armancê têkoşîna xwe bidomînin, jiyan bikin kurdî û bi kurdî biaxivin, kurdî bifikirin, bi kurdî bixwînin û binivîsin'.

Konseya Rêveber a Koma Jinên Bilind KJB'ê hebûna ziman, wekî bingeha hebûna mirov û gel nirxand û got: 'Ji ber vê jî, azadkirina ziman, berpirsyariyek û wezîfeyeke girîng e'.

KJB'ê da zanîn ku, mafê zimanê dayik, mafê xwezayî ye û got: 'Her çiqas li tu deverê cîhanê qedexeya zimanê dayik tunebe jî, Tirkiye bi qedexekirina zimanê kurdî, bingeha polîtîkaya înkar û tunekirinê avêtiye'.

KJB'ê bi bîr xist ku, tenê ji ber axaftina kurdî bi 10 hezaran kes rastî zext, êşkence û dijwariyê hatine û got: 'Bi sedema Rêber APO li Girava Îmraliyê behsa girîngiya ziman kiriye, rastî cezayê hucreyê hatiye'.

KJB qexede û zextên li hemberî zimanê kurdî, wekî eyba mezin a mirovahiyê nirxand û ji kurdistaniyan jî xwest ku xwedî li zimanê xwe derkevin û li her deverê zimanê xwe bikarbînin.

&-Kurdistaniyan Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan pîroz kir, KCK,Kongra-Gel û KJB jî peyamên pîrozbahiyê weşandin.

Îro 14'ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye û cejn bi çalakiyên cur be cur hate pîroz kirin.

Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK'ê li hemberî qedexe û astengiyan, pêşxistina zimanê kurdî, 14'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî îlan kiribû.

Komeleya lêkolîn û pêşxistina zimanê Kurdî îro bi wesîleya rojê li Amed, Wan, Îzmîr û li gelek deverên din, daxuyaniyên girseyî dan çapemeniyê û bal kişand ser zextên li dijî kurdî û polîtîkayên asîmîlasyonê.

Daxuyaniya li Amedê, li ber Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin hate dayin.

Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn, nunerên gelek saziyên li Amedê jî di nav de, bi sedan kesan jî, piştgirî da daxuyaniyê.

Serokê Giştî yê Kurdî-Der Mazhar Aktaş daxuyanî xwend û bi bîr xist ku, zimanê kurdî, yek ji zimanên herî kevn yê herêmê ye û got: 'Zimanê kurdî ligel hemû zext, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê, hebûn û dewlemendiya xwe wenda nekiriye'.

Mazhar Aktaş bal kişand ser taluke û rîskên li hemberî zimanê kurdî û got: 'Zimanê me yê, me bi bedelên mezin anî rojên îro, niha ji ber teknolojiya modern, dibistanên ji bo asîmîlekirina kurdî û têkiliyên aborî, bi dorpêçkirin û rîskan rû bi rû ye'.

Serokê Kurdî-Der Mazhar Aktaş da zanîn ku, dewleta tirk polîtîkaya asîmîlasyonê ya 80'ê salî neguhertiye û îro hê ji ber kurdî şaredaran ji wezîfeyê digire û dozan vedike.

Aktaş ev pêkanîn wekî eyba mirovahiyê nirxandin û ji hemû kurdistaniyan xwest ku, xwedî li zimanê xwe derkevin û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî xebatan bimeşînin.

Komeleya lêkolîn û pêşxistina zimanê Kurdî li Wan, Îzmîr û li gelek deverên din jî, bi wesîleya Cejna Zimanê kurdî, daxuyanî da çapemeniyê û banga xwedî derketina li zimanê kurdî kir.

Li aliyê din Enstitûya Kurd a li Almanyayê jî, bi wesîleya Cejna Zimanê kurdî, bi beşdariya gelek zimanzan û rewşenbîran li paytext Berlînê konferansek lidardixe.

< <<   >> >