Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
HPG'ê şehîdên Bêzelê eşkere kir. | Çap kirin |
 Hêzên Parastina Gel HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên di çalakiya Bezelê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Gerîlayên HPG'ê di 9'ê gulanê de, ji bo bîranîna şehîdên gulanê û endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Adil Amed li qereqola Bezelê xistibû.

Di encama çalakiyê de, 29 leşkerên tirk hatibûn kuştin, 4 avahiyên qereqolê texrîb bûbûn û 6 wesaîtên leşkerî û dozerek jî, hatibû texrîb kiribûn.

Serfermandariya tirk ji ber vê darbeya mezin, ketibû nav hewldana berovajîkirina çalakiyê û îdîa kiribû ku, zêdetirî 10 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane.

Lê belê HPG'ê dabû zanîn ku, di encama şerê piştî çalakiyê derketibû de, tenê 2 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane û îdîaya artêşa tirk jî, ji derewan pêk tê.

Navenda Çapemeniya HPG'ê îro jî nasnameya her du gerîlayan eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ev in.

Denîz Çeker bi navê kod Zagros Çavreş di sala 1981'an de li navçeya Elezîz Paloyê hatiye dinê.

Mecît Tîmur bi navê kod Masîro Faraşîn di sala 1990'î de li Colemergê hatiye dinê.

Li bejahiya navçeya Mêrdîn Nisêbîn û navçeya Amed Lîceyê teqîn pêk hatin, fermandarekî tirk birîndar bû.

Teqîna li Nisêbînê, di dema operayoneke artêşa tirk ya li hemberî gerîlayên HPG'ê de pêk hat.

Di encama teqînê de, fermandarekî artêşa tirk ku nav û rutbeya wî nehat eşkerekirin, birîndar bû.

Teqîneke heman rengî jî, li bejahiya navçeya Lîceyê, li nêzî gundê Kiralanê pêk hat.

Şahîdan diyar kirin ku, teqîn dema leşker derbas dibûn pêk hatiye.

Derbarê encama teqînê de agahî bi dest neketin û hêzên tirk jî li herêmê dest bi operasyonekê kirin.

Li bejahiya Colemergê tevgereke leşkerî dest pê kir.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, li navçeya Geverê gelek helîkopter rabûne û ber bi herêma Oramarê ve çûne.

Heman çavkaniyên dan zanîn ku li herêmê tevgera helîkopterên dewam dike.

Çavkaniyên herêmî texmîn dikin ku, sedema tevgerê, amadekariya operasyoneke li herêma sînor e.

Li aliyê din, di şerê li Çiyayê Reş de şer derket, 2 leşker birîndar bûn û 2 cerdevan jî wenda bûn.

Artêşa tirk doh li Çiyayê Reş yê li bejahiya Sêrtê, dest bi operasyoneke li dijî gerîlayên HPG'ê kiribû.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, ji ber operasyona li Çiyayê Reş şer derketiye û di encamê de 2 leşker birîndar bûne û 2 cerdevan jî wenda bûne.

Hêzên tirk doh li Çiyayê Besta, Gabar, Cudî û Katoyê jî dest bi operasyonên li dijî gerîlayên HPG'ê kiribû.

&-Artêşa tirk ji ber zêdebûna wendahiyên xwe cerdevanan bi zorê tevlî şer û operasyonan dike.

Cerdevanên li navçeya Wan Çetax gundê Hacek ê dan zanîn ku bi zorê ew tevlî operasyonan dikin.

Cerdevan dan zanîn ku ji bo tevlî operasyonan bibin ew bangî fermandariya Tabûra Çataxê hatine kirin.

Li gorî agahiyan hewldanên ji bo îknakirina cerdevanan jî bê-encam maye û daxwazên cerdevanan hatiye redkirin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Dr.Bahoz Erdal jî di rojên derbasbûyî de, ji bo tevlî operasyonan nebin, bang li cerdevanan kiribû.

< <<   >> >