Mal arrow Nûçe arrow HPG:Di çalakiya Bêzelê de 29 leşkerên tirk hatin kuştin.
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
HPG:Di çalakiya Bêzelê de 29 leşkerên tirk hatin kuştin. | Çap kirin |
 Gerîlayên Hêzên Parastina Gel di çalakiya Bêzelê de 29 leşkerên tirk kuştin û 11 leşker jî birîndar kirin.

Navenda çapemeniya HPG'ê bi daxuyaniyek encamên çalekiya qereqola Bêzelê eşkere kir.

HPG'ê da zanîn ku ev çalakî, ji bo bîranîna endamê konseya leşkerî ya HPGê Adil Amed û gerîllayên di buharê de jiyana xwe ji dest dane hatiye lidarxistin.


Navenda çapemeniya HPG'ê da zanîn ku yekineyên HPG'ê, 8'ê Gulanê dor li qereqolê digrin û tevî 100 endamên komando bi gîştî 250 leşker di qereqolê de diman û gerîlayan bi çekên giran lê da.

Di encamê piraniya avahiya qereqolê hilweşiya, 4 avahiyên der dorê, cebilxane û 7 konên leşkeran jî şewitîn.

Ji ber şewatê di cebilxaneyê de teqînên mezin rû dan.

Gerîlayan her weha 6 wesayîtên leşkerî û dozêra li hewşa qereqolê jî tine kirin.

Çalakî tenê bi qreqolê bi sînor namîne di heman demê de gerîla êrîş dibin ser Girê Silo yê parastina qereqolê.

Li vê girî gelek mewzî û çekên giran jî têne tinekirin.

HPG'ê daxuyakirin ku di çalakiyê de herî kêm 29 leşker hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar bûn.

HPG'ê da zanîn ku piştî çalakiyê, artêşa tirk herêm bi topên obûs û balafirên şer bombe kiriye.

HPG'ê anî ziman ku di çalakiyê de 2 gerîlayên wan bi navê Zagros û Masîro jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku wê di rojên pêş de der barê nasnameyên gerîlayan de agahiyên berfereh bide raya giştî.

Li aliyê din HPG'ê got: balafirên artêşa Tirk şevê din li Zaxoyê gundê Zinewa yê li herêma çiyayê Sipî bombe kir lê li herêmê tu gerîlayên wan nînin.

Di encama bombebaranê de zirareke mezin li xanî û zeviyên gundiyan bû.

Di vê navberê de li devera nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê, dema 2 kesên ji Başûrê Kurdistanê nêçîr dikirin ji aliyê leşkerên tirk ve hatin kuştin.

HPG'ê da zanîn ku leşkerên tirk cenazeyên Adîl Xwestî û cenazeyê Selîm Bercef yê ji eşîreta Sindî ye, pêşî birin Şirnexê û paşê jî ew anîn û avêtin herêma Sınahtê.

< <<   >> >