Mal arrow Nûçe arrow Gerîla li qereqolê xist.
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Gerîla li qereqolê xist. | Çap kirin |

 Gerilayên HPGê dereng neman û bersiveke tund dane serfermandariya artêşa tirk û herî kêm 30 leşkerên tirk hatin kuştin.

Serfermandariya artêşa tirk, şevê din ji nişka ve agahî li pey agahiya din dane raya giştî û di derbarê rêvebirên KCKê de, gotinên bê bawerî, bê binyat û derew yên spekulasyon weşandin.


Hat zanîn, ku serfermandariya artêşa tirk, ji sedema, êrîşa gerilayên HPGe, ku li navçeya Colemêrgê, Şemzînanê, li hemberî Qereqola Bêzelê êrîşeke dijwar lidarxistin ev daxuyanî dane. Di encamê de zêdetir ji 30 eskeran hatine kuştin û hejmareke zêde esker jî birîndar bûne û zêdetir ji 20 çekan jî rakirine.

Serfermandariya artêşa tirk, demeke dirêj e ku ji sedema darbeyên giran û dijwar yên gerîla ku li eskerên artêşa tirk didin û her roj bi dehan tabûtên esker bi ser malbatên wan de diçin, dest bi şerê psîkolojîk û propagandê kir. Berî niha jî eşkere bûbû ku rayedarên artêşa tirk, diçine mala eskerên kuştî û wan tehdît dikin, yan jî pera didina wan ku li hemberî kuştiyên xwe bêdeng bimînin.

Serfermandariya artêşa tirk, ji bo ku panîka nava esker û raya giştî veşêre, doh jî, piştî êrîşa li hemberî qereqola Bêzelê, serî li heman riyê da û di malpêr û telewizyonên tirk de, ragihandin ku Cemîl Bayik reviyaye welatekî cîran.

Serfermandariya artêşa tirk, heya niha jî dewleta cîran eşkere ne kiriye. Xwedê giravî stratejisyen û berdevkên serfermandariya artêşa tirk, dibêjin, Cemîl bayik belkî çûbe Iranê. Lê baş tê zanîn ku tovê belkî şîn nabe.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku helîkopterên artêşa tirk, ji sibehî û vir ve, birîndar û kuştiyan li qereqola Bêzelê dikişînin Qişlaya fermandariya Fatîhê. Heman çavkaniyan destnîan kirin ku artêşa tirk, demeke dirêj e birîndar û kuştiyên xwe nabin nexweşxaneya û naxwazin windahiyên wan eşkere bibin.

Guhdarên hêja, Berdevkê çapemeniya HPGê, Rûbar Andok, tevlî bernameya taybet ya Radyoya Dengê Mezopotamya bû û got, windahiyên eskerên artêşa tirk, bêhtir ji 30 kuştiyan e û hejmara birîndar zêde ye.

Rûbar Andok destnîşan kir ku ev çalakî, ji bo fermandarê HPGê Adil Amed û Şehidên Biharî hatiye lidarxistin û çalekiyên bi vî rengî wê bi dijwarî berdewam bikin.

Herî dawî hate ragihandin ku di êrîşa li hemberî qereqola Bêzelê de, cebilxaneya eskerî hatiye teqandin, 2 top û gelek wesaîtên eskerî û makineek kar jî, bi tevahî hatine xera kirin. Çavkaniyên herêmî jî, destnîşan kirin ku topên, ji aliyê eskeran ve dihatin avêtin li nava gund diketin û xaniyê Hurşit Aysal, Harbi Gezer û Sabah Gezer ziyanên mezin dîtine, minîbûsa Sabah Gezer jî, ji sedeam topên artşa tirk, bi tevahî şewitî.

Heman çavkaniyan diyar kir ku eskeran ketin û derkeitna gundê Bêzelê qedexe kiriye û gundî bi zorê kirine hundir û derkeitna ji hundir jî qedexe kirine.

< <<   >> >