Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Ocalan diyar kir ku, Tirkiye konsepta salên 90`ê dîsa diceribîne. | Çap kirin |
 Rêberê KCK`ê Abdullah Ocalan diyar kir ku, Tirkiye konsepta salên 90`ê dîsa diceribîne û got: `Operasyon tenê dijminên Tirkiyê zêde dikin`.
Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî, konsepta êrîşan a li hemberî gelê kurd nirxan.

Ocalan bi bîr xist ku, balafirên şer ên tirk di 1`ê gulanê de PJAK hedef girtine û got: `Ev operasyon ji bilî zêdekirina dijminên Tirkiyê xizmetê tu tiştî nakin`.

Ocalan anî ziman ku mesrefa rabûn û daketina balafireke şer, mîlyonek dolar e û got: `PKK dizane li hemberî êrîşên hewayî û bombeyan xwe biparêze û vê yekê baş jî fêr bûne`.

Ocalan da zanîn ku heger Tirkiye wisa dewam bike, wê berxwedana wekî li Filîstînê derkeve holê û got: `Li Filîstînê çiya jî tunene. Li Çeçenistanê tenê çiyayekî biçûk heye. Bi salan rûsan mehf kirin. Lê cografya Kurdistanê bi çiyayan tijîye û naşibe cografya Filîstînê. Wê PKK piştgiriya gelê kurd jî bigire û xwe bi awayekî herî baş biparêze`.

Ocalan anî ziman ku, Tirkiye careke din konsepta salên 90`î bikartîne û bi vê yekê jî dixwaze îradeya gelê kurd bişkîne û kurdan teslîm bigire. Lê belê ne mumkune ev daxwaza Tirkiyê pêk were.

Ocalan derbarê rewşa tenduristî û şertên girtîgehê de jî got ku rewş û şert wekî berê ne, hefteya derbasbûyî ji Komîteya Şopandina Girtîgehan heyeteke 5-6 kesî çûye Girtîgehê û wî jî rewş û şertên wê derê ragihandine heyetê.

Ocalan got ku, ji ber nîqaşeke derbarê derî de, dozgeriyê cezayeke din ya hucreyê xwestiye û heger ev jî were erêkirin, wê cezayê hucreyê derkeve 30 rojan.

Ocalan bal kişand ser rewşa Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan û Serokê Giştî yê CHP`ê Denîz Baykal jî û got: `Erdogan di destpêkê de xwe wekî lîderê siyasî nîşan da. Lê belê dûre derket holê ku, ne lîder, tenê wezîfedar e. Ji bo hin karan hatiye wezîfedar kirin. Serokê CHP`ê Denîz Baykal jî, kesekî wezîfedar e û wezîfeya wî jî, astengkirina pêşketina Sosyal Demokrasiyê ye`.

Ocalan bûyer û pêkanînên li Rojhilata Navîn wekî nîşana 3`mîn şerê cîhanê nirxandin û got: `Heger ez li Rojhilata Navîn bûma, wê tiştên li Iraqê çêbûn, wisa çênebûne. Wê aqûbeta Sadam Huseyîn bi awayekî din bûya. PDK û YNK`ê jî wê nikaribûye wisa tevbigerin. Li Rojhilata Navîn ez ji bo wan taluke bûm. Ji ber vê hewl dan min bêbandor bikin. An wê min bikuştana an tasfiye bikira. Ji ber ku nekarîn, ez hepsê vê Giravê kirime`.

Ocalan got ku niha dor hatiye Tirkiyê. Wê Tirkiyê jî, bikin wekî Iraqê. Beriya mudaxaleya Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn, Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît nexweş ketibû û derbaskirina wî ya felcê ne tiştekî tesaduf bû.

Oclaan bi bîr xist ku li Tirkiyê nêzî 100 malbatên hevkar û rantxwar hene, ev malbat hertim alîgiriya derdorên bi hêz dikin. Wê tiştên dixwazin, bi Tirkiyê bidin qebûl kirin. Heger nebe jî, wê aloziyê xurtir bikin û şerê kurd û tirk derxin`.

Rêberê KCK`ê Abdullah Ocalan zext û êrîşên li dijî DTP`ê jî nirxandin û got: `Zêdetirî 300 DTP`î girtine. Dixwazin çi bikin? Amed gelekî girîng e. Xebatên divê li wir werinkirin hene. Ev xebat ji bo pêşketina siyaseta demokratîk pêwistin. Avakirina Meclîsên Bajaran girîngin. Di van meclîstan de ji her derdoran mirov dikarin xwe îfade bikin. Heta MHP`yî jî dikarin cih bigirin. Bi riya van meclîsan prisgirêkên bajaran dikarin bên nîqaşkirin û ji wan re çareserî were dîtin`.

Ocalan careke din bal kişand ser girîngiya avakirina Akademiyan û got: `Akademiyên bên avakirin, wê karibin gel perwerde bikin. Bi van wê pêşiya çareseriya demokratîk vebe. Girîngiyeke din jî, Kongreya Civaka Demokratîk e. Beşeke din ya paradîgmayê jî, koperatîfên gel in. Paradîgma min, ji çar beşên wekî Meclîsên Bajaran, Akademiya Siyaseta Demokratîk, Kongreya Civaka Demokratîk û Koperatîfên Gel pêk tê`.

Ocalan ji bo hêza xwe bikin yek, bang li hemû kurdistaniyan kir û got: `Heger hemû kurd werin cem hev û li hemberî rantxuran hêza xwe bikin yek, wê karibin demokratîk-kirina Tirkiyê pêk bînin. Wê ev yek jî, di heman demê de ji bo Komara Demokratîk bibe bersiv û bibe îspata daxwaza jiyana bi hev re.

Ocalan derdorên hevkar û rantxur jî hişyar kirin û ji wan xwest ku, kurdan nekin qurbanên berjewendiyên xwe yên şexsî û ji bo yekitî û berjewendiya gelê kurd bixebitin`.

Ocalan ji gelê kurd xwest ku xwedî li dengên xwe jî derkevin û dengên xwe bikin yek.

Ocalan herî dawî jî, careke din ji bo çareseriya demokratîk bang li rayedar û siyasetmedarên tirk kir û ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, Serokê MHP`ê Devlet Bahçelî û Denîz Baykal jî xwest, ji bo çareseriya demokratîk gavên ber bi çav biavêjin.

< <<   >> >