Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Karayilan diyar kir ku, di êrîşa hewayî ya dawî de, bombeyên zinaran qul dikin, hatine bikaranîn. | Çap kirin |
 Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan diyar kir ku, di êrîşa hewayî ya dawî de, bombeyên zinaran qul dikin, hatine bikaranîn.

Karayilan êrîşa hewayî di şeva 1'ê gulanê de li hemberî PJAK'ê pêk hatibû, ji ROJ Tv'ê re nirxand û derbarê êrîşê de agahiyên balkêş dan.

Karayilan got ku, di êrîşê bombeyên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê 2001'an de çê kirine û taybetiya wan zinaran jî qul dikin, hatine bikaranîn.

Karayilan bal kişand ser hevdîtinên Tirkiyê yên beriya êrîşê bi Îran, Iraq, Suriye, Emerîka, Îsraî û Yekitiya Ewropayê re û got: 'Tê xwestin bi destê Tirkiyê komkujiyekê pêk bînin'.

Karayilan nêzîkatiya Tirkiyê ya li hemberî Başûrê Kurdistanê jî wekî tecawizek nirxand û got: 'A rast, têkiliyên Tirkiyê yên bi Başûr re, wekî tecawizek in. Bi hevdîtinan peyama 'ezê bi te re rûnim, lê tecawizê te jî bikim û dest biavêjim te'. Di roja hevdîtin pêk tîne de, pêkanîna erîşê tê wateya tecawizê. Wekî din wateya vê nîne'.

Serokê Konseya Rêveber Murat Karayilan ji hemû kurdistaniyan xwest ku, rewş û lîstikên Tirkiyê bibînin û got: 'Tirkiye ji nakokiyên Emerîka û Îranê sûd werdigere û bi piştgiriya ji wan digire êrîşê Tevgera Azadiya Kurd dikin. Hedefa Tirkiyê, ne tenê PKK û PJAK e. Hedefa wê bê îradekirina hemû kurdan û têkbirina destketiyên kurdan e'.

Karayilan banga hişyariyê li rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî kir û got: 'Ez texmîn dikim, rêveberiya Başûr, rastiya plana Tirkiyê fêm nekiriye. Tirkiye bi êrîşên li Tevgera Azadiyê, di heman demê de dixwaze destketiyên Başûr bi sînor bike û di mijara Kerkukê de jî encameke li gorî xwe bi dest bixe. Tirkiye Ahmet Davutoglu dişîne Baxda. Ew li Enqere tiştek din û li Baxda tiştek din dibêje. Tişên wan nîqaş kirine, dizanim, lê belê naxwazim ji vir bînim ziman. Lê divê rêveberiya Başûr rastiyan bibîne, di eniya gelê kurd de cih bigire, nebe parçeyê lîstikan û helwesta xwe ya li hemberî êrîşan jî eşkere bike'.

Karayilan bi bîr xist ku, bi êrîşa 1'ê gulanê PJAK hedef hatiye girtin û got: 'PJAK li hemberî rejîma Îranê têkoşîn dimeşîne. Beriya êrîşê rojeke balafirên Emerîka herêm keşf kir û beriya wê 2 rojan jî heyetên Îran û Tirkiyê li herêmê hedef tespît kirin. Di vê êrîşê de hevkariya Tirkiye, Îran, Iraq û Emerîkayê heye. Tevî rêveberiya Başûr, em li bendê ne, hukumeta Iraq û Emerîkayê jî, derbarê rola xwe ya di vê êrîşê de agahiyan bidin.

Karayilan îdîayên çapemeniya tirk ên wekî di êrîşa hewayî de, wî jî jiyana xwe ji dest daye jî, parçeyeke şerê psîkolojîk û hewldanên xerakirina moralê gelê kurd nirxandin û got: 'Em têkoşîna azadiyê dimeşînin. Em kadroyên tevgera azadiyê ne. Helbet wê rehet nikaribin me tasfîye bikin. Lê belê hertim îhtimala şehîd ketina me heye. Dîsa îhtimala darbe xwarinê heye. Lê belê em li hemberî hemû êrîş û îhtimalan tedbîran digirin. Em di nav gelek talukeyan re derbas bûn û gihiştin îro. Beriya 99'an 3 caran birîndar jî bûbûm. Ev têkoşîne, lê me jî tedbîrên pêwist girtine'.

Karayilan da zanîn ku, artêşa tirk ji ber darbeyên li Zapê xwarin, niha bi armanca tolhildanê êrîşên hewayî pêk tîne û got. 'Wê demê armanca wê, bi destxistine Biryargeha Navendî ya HPG'ê bû. Ji 2 deveran hewl da Biryargehê bi dest bixe. Lê belê dearbe xwar û mecbûr ma paşde vekişiya'.

Karayilan bal kişand ser gotinên rayedarên tirk û got: 'Rayedarên tirk di nava hewldana xwe xapandinê de ne. Rayedarên dewleta tirk bi xwe jî dizanin tiştên dibêjin dûrî rastiyêne. Lê belê vana wisa dikin ku, piştî demekê êdî ew bi xwe jî bawer dikin. Yanî bi gotineke din, xwe bi xwe dixapînin'.

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan diyar kir ku, li hemberî hemû êrîşan wan sîstema xwe ya parastinê afirandiye û got: 'Sîstema me û cihên me hene. Cihên me yên ku ew texmîn nakin hene. Tercubeyên me hene. Derfetên me yên di bin hemû şertan de meşandina xebatan hene û rastî ne wekî gotina rayedarên tirk e'.

Karayilan banga hestiyariyê li gelê kurd jî kir û got: 'Bila gelê me baş bizanibe. Emê li hemberî zext û zordariyan serê xwe netewînin. Bi sedema em ya wan nakin û serê xwe natewînin, bombeyan diparînin ser me. Doza gelê me mafdare û emê vê mafdariyê biparêzin û paşde gav neavêjin. Ez îro ne yê xwe me, ez yê gelê xwe me, min soz daye gelê xwe û ezê xwedî li sozê xwe derkevim'.

Karayilan careke din got ku, ew wekî Tevgera Azadiya Kurd, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê hertim amade ne, lê belê li hemberî hemû êrîşan jî, ewê heta dawî li ber xwe bidin.

< <<   >> >