Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Bêhelwestiya Barzanî, Buyukanit kêfxweş kir. | Çap kirin |
Serfermandarê artêşa tirk Yaşar Buyukanit, ji ber bêhelwestiya rêveberiya Başûr, ya li hemberî êrîşên hewayî, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Buyukanit doh êvarê li Enqerê tevlî Resepsiyona salvegera avakirina Îsraîlê bû û bersiv da pirsên rojnamevanan ya derbarê operasyonan de.

Serfermandarê tirk Yaşar Buyukanit li ser pirsan diyar kir ku, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî şewaza xwe ya li hemberî Tirkiyê guhertiye.

Buyukanit, ji ber Bazanî şêwaza xwe ya li hemberî Tirkiyê guhertiye û li hemberî êrîşên artêşa tirk bêdeng dimîne jî, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Serfermandarê tirk di resepsiyonê de careke din peyama şer da û îdîa kir ku, wan li hemberî PKK'ê serdestiya psîkolojîk bi dest xistiye, hin surprîzê wan hene û di rojên pêş de wê raya giştî van surprîzan bibîne.

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî doh rêveberên PDK'ê yên Dihok û derdora wê qebûl kiribûn, êrîşên artêşa tirk ji nedîtîve hatibû û gotibû, têkiliyên wan û Tirkiyê baş bûne.

Ev gotinên Barzanî jî, rastî reaksiyona kurdistaniyan hatibû û kurdistaniyan banga reaksiyon nîşanê êrîşên Tirkiye bide, li Barzanî kiribû.

< <<   >> >