Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Heyeta DTP'ê li Başûr hevdîtinan pêk tîne. | Çap kirin |
Heyeta DTP'ê piştî Serok-komarê Iraqê Celal Talabanî û rêveberên YNK'ê îro jî, çûn serdana Parlemena Başûrê Kurdistanê.

Ajansa Nûçeyan a Firat ANF'ê îdîa kir ku, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesût Barzanî rendevû nedaye DTP'ê.

Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk û heyeta partiyê ya pê re çûbû Başûrê Kurdistanê, doh li Silêmanî bi Serok-komarê Iraqê Celal Talabanî û rayedarên YNK'ê re hevdîtin pêk anîn.

Ahmet Turk piştî hevdîtina 2 saetî li Otela Silêmanî Palasê civîneke çapemeniyê lidarxist û got ku, wan di hevdîtinê de pirsgirêka kurd û çareseriya demokratîk nîqaş kirine.

Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk got ku, wan dîtinên xwe yên derbarê pirsgirêka kurd de anîn ziman û ji Talabanî xwestine reflekseke demokratîk nîşan bide û ji bo çareseriya demokratîk jî rolê bilîze.

Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk da zanîn ku, Talabanî jî gotiye ew ji bo xizmeta pêvajoya aştiyane amade ye, dema çareserkirina pirsgirêka kurd ya bi çek bi dawî bûye û wê bi xwe piştgirî bide lêgerînên çareseriyên siyasî û demokratîk.

Heyeta DTP'ê ya ji Ahmet Turk, parlementerên partiyê Sabahat Tuncel, Nûrî Yaman, Hasîp Kaplan û Alîkarê Hev-serok Kamuran Yuksek pêk tê, îro jî çû serdana Serokê Parlemena Başûr Adnan Muftî.

Serokê Koma DTP'ê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke da çapemeniyê û got ku, ew wekî DTP dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe.

Ahmet Turk got ku, ew ji bo çareseriya demokratîk piştgirî bixwazin çûne herêmê û got: 'Pirsgirêka kurd, bi rêbazên leşkerî çareser nabe. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke siyasîye û pêwistî bi çareseriya siyasî heye. Ji bo ev daxwaz pêk were, em hevdîtinan pêk tînin û emê hewldanên xwe yên bi vî rengî bidomînin.

Heyeta DTP'ê hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê wê heta 10'ê gulanê bidomîne.

Di vê navberê de, Ajansa Nûçeyan a Firat ANF'ê îdîa kir ku, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesût Barzanî rendevû nedaye DTP'ê.

ANF'ê îdîaya xwe spartiya çavkaniyên herêmî û dîtina Barzanî ji bo rayedarên tirk hêrs neke, rendevû nedaye DTP'ê aniye ziman.

Lê belê ji heyeta DTP'ê parlementerê Mûşê Nûrî Yaman ev îdîa piştrast nekir û got ku, heta niha agahiyeke wisa negihiştiye ber destê wan.

< <<   >> >