| Ahmedî,ji ber êrîşê rêveberiya Washîntonê berpirsiyar girt. | | Çap kirin | |
Serokê Giştî yê PJAK'ê Hecî Ahmedî, rêveberiya Washîntonê bi xizmetdariya berjewendiyên Îranê, sûcdar kir.Ahmedî îro li Enstîtuya Kurd a li Brukselê civîneke çapemeniyê li darxist û bal kişand ser êrîşên hewayî yên di şeva 1'ê gulanê de li hemberî PJAK'ê pêk hatibûn. Serokê PJAK'ê Hecî Ahmedî bi bîr xist ku, balafirên şer ên tirk, li ser îstixbarata Emerîkayê, biryargeh û buroya çapemeniya PJAK'ê hedef girtine û di encamê de 4 xebatkarên beşa çapemeniyê jî di nav de, 6 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane. Hecî Ahmedî da zanîn ku, êrîşê rojekî, balafirên keşfê yên Emerîkayê di ser herêma rastî êrîşê hatiye re firiyane û roja din jî, balafirên şer ên tirk, heman herêm daye ber bombeyan. Ahmedî anî ziman ku, Emerîka bi îdîaya demokratîk-kirina Rojhilata Navîn tevdigere û siyaseta li hemberî Îranê dimeşîne û got: 'Emerîka berovajî gotinên xwe tevdigere. Rêya demokratîk-kirina Rojhilata Navîn di çareseriya pirsgirêka kurd re derbas dibe. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, wê aramî neyê Rojhilata Navîn'. Serokê PJAK'ê Hecî Ahmedî bi bîr xist ku, PJAK li hemberî Îranê têkoşîn dimeşîne û dixwaze Îranê demokratîk bike û got: 'Emerîka jî heman tiştan dibêje. Lê belê dûre radibe ji bo berjewendiyên xwe îstixbaratê dide balafirên tirk û ew jî tên PJAK'ê bombe dikin. Emerîka bi dayina îstixbaratê, xizmetê berjewendiyên Îranê dike'. Hecî Ahmedî îdîayên Emerîka û Îsraîl, PJAK'ê perwerde dikin û piştgirî didin wê jî red kirin û got: 'Van îdîayan dewleta Îranê ji bo propagandayê tîne ziman. Heger wisabûye, wê Emerîka îstixbarata bûn sedema êrîşa li hemberî me nedayê Tirkiyê'. Ahmedî destnîşan kir ku, ji ber piştgiriya Emerîkayê li hemberî Tevgera Azadiya Kurd dide Tirkiyê, di serê gelê kurd de gelek pirs çêbûne û xwest ku, rêveberiya Washîntonê helwesta xwe ya li hemberî van êrîşan zelal bike. Serokê PJAK'ê Hecî Ahmedî got ku, PJAK rêxistineke serbixwe ya gelê kurd e û tenê piştgiriya gelê kurd digire û li gorî berjewendiyên gelê kurd hereket dike. Hecî Ahmedî bal kişand ser konsepteke êrîşan ya li hemberî gelê kurd û got: 'Di demên dawî de, trafîka hevdîtina di navbera Tirkiye-Îran, Tirkiye-Iraq, Tirkiye-Başûrê Kurdistanê, Îran-Iraq û hwd zêde bûne. Mijara hemû hevdîtinan jî hevkariya li dijî Tevgera Azadiya Kurd e'. Serokê PJAK'ê Hecî Ahmedî, bêhelwestiya rêveberiya Başûr ya li hemberî êrîşa hewayî jî rexne kir û ji wê jî xwest li hemberî êrîşan dengê xwe bilind bikin û neyên lîstika hêzên derve. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB
Serokê Giştî yê PJAK'ê Hecî Ahmedî, rêveberiya Washîntonê bi xizmetdariya berjewendiyên Îranê, sûcdar kir.