Mal arrow Nûçe arrow Barzanî ji rayedarên tirk re silav şandin.
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Barzanî ji rayedarên tirk re silav şandin. | Çap kirin |
 Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî îmze avêt bin balkêşiyeke din û ji rayedarên tirk re silav şandin.
Roja ku artêşa tirk bi hevkariya Îran û Emerkayê re, Çiyayê Qendîlê da berbombeyan, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî jî, ji rêveberên tirk re silavên xwe şandin.

Alîkarê Serok-komarê Iraqê Tarik Haşîmî derbarê serdana xwe ya Enqerê ku di 1'ê gulanê de dest pê kiribû daxuyaniyek da.

Haşîmî bi bîr xist ku, wî li Enqerê bi Serok-komarê tirk Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan û bi gelek rayedarên din re hevdîtin pêk aniye.

Alîkarê Serok-komarê Iraqê yê sunî Tarik Haşîmî got ku, wî silavên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî, Serok-komar Celal Talabanî û Serokwezîr Nûrî Malîkî ragihandine rayedarên tirk.

Di dema ku Tirkiye bi hevkariya Îranê, gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bombe dike de, silavên Barzanî yên ji bo rayedarên tirk, kurdistanî şaş û metal hiştin.

Kurdistanî li bendêbûn, rêveberiya Başûr û bi taybetî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî helwesta xwe ya li hemberî êrîşên hewayî eşkere bikin.

Lê belê wekî we jî bihîst, îro derket holê ku, Barzanî di cihê ji ber êrîşan Tirkiyê şermezar bike de, rayedarên tirk re silav şandine.

Barzanî berê jî, gotibû dema artêşa tirk bikeve Başûrê Kurdistanê ewê bi kulîlkan wan pêşwazî nekin, lê belê dema artêşa tirk kete başûr bêhelwest ma û berovajî gotinên xwe, nehişt rojnamevan biçin Qendîlê û Tirkiyê teşhîr bikin.

< <<   >> >