Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
KCK bal kişand ser hevkariya Emerîka-Tirkiye û Îranê. | Çap kirin |

 Koma Civakên Kurdistan KCK'ê diyar kir ku, di êrîşa hewayî ya li hemberî PJAK'ê de, bombeyên nû yên Emerîkayê hatine bikaranîn.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê derbarê êrîşa hewayî ya li hemberî PJAK'ê de daxuyaniyek da û bal kişand ser hevkariya Emerîka-Tirkiye û Îranê.


KCK'ê bi bîr xist ku, bi êrîşa hewayî ya 1'ê gulanê, biryargeha PJAK û hêzên girêdayî PJAK'ê hedef hatine girtin û ji ber êrîşê 5 xebatkarên Buroya Çapemeniyê bi giştî 6 kurdistaniyan jiyana xwe ji dest daban.

Serokatiya Konseya Rêveber da zanîn ku, êrîş bi hevkariya Emerîka, Tirkiye û Îranê pêk hatiye û got: 'Di êrîşê de jî, bombeyên Emerîka di 2001'an de çêkirine û çekên têde gazên cûr be cûr hene, hatine bikaranîn. Ev yek jî, hevkariya Emerîka, Tirkiye û Îranê nîşan dide'.

KCK anî ziman ku çekên di êrîşa hewayî de hatine bikaranîn, li gorî peymanên navnetewî sûcin, encama lêkolîna dikin wê di demekî nêz de eşkere bikin û ji saziyên parastina mafên mirovan jî xwest ku, biçin cihê êrîşê lêkolîn bikin.

Konseya Rêveber îdîayên sefermandariya artêşa tirk jî derew derxist û got: 'Cihê hedef hatiye girtin, Biryargeh û Buroya Çapemeniya PJAK'ê ye. Ji bilî 6 kesan, tu wendahî çê nebûye. Hejmara Sefermandarî eşkere kiriye û îdîayên lîderên PKK'ê hatine kuştin jî, derew in'.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li rêveberiya Emerîkayê jî kir û got: 'Rêveberiya Emerîkayê ku bi îdîaya guhertina hêzên statokoparêz hatiye herêmê, êrîşa hovane ya li hemberî PJAK'ê ku di encama xebatên keşfê yên wê de pêk hatiye, çawa pêşwazî dike? Em li bendê ne, Emerîka di vê mijarê de, daxuyaniyek bide.

KCK'ê bal kişand ser rola rêveberiya Iraq û hukumeta Başûr jî û got: 'Roja êrîş pêk hat, heyeta tirk li Baxdayê bi hukumeta Iraq û rayedarên hukumeta Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. Di van hevdîtinan de çi hate axaftin. Di roja hevdîtinê de pêkhatine êrîşê tesadufe? An bi vê mesajek tê dayin. Divê hukumeta Başûr, helwesta xwe ya derbarê vê êrîşê de eşkere bike'.

Konseya Rêveber li hemberî êrîşan banga hestiyariyê li hemû kurdistaniyan kir û got: 'Li pey van êrîşan gelek heêz hene. Armanca van têkbirina destketiyên kurdan e. Li her çar parçeyan parastina destketiyên kurdan, berpirsyariya hemû kurdistaniyan e. Divê gelê kurd li hemberî êrîşên tunekirinê, têkoşîna azadiyê xurtir bike.

Serokatiya Konseya Rêveber banga berpirsyariyê li hukumeta Başûrê Kurdistanê jî kir û xwest ku hukumeta Başûrê Kurdistanê, nebe parçeyeke seneryoya qirêj ya li hemberî Tevgera Azadiya Kurd û li hemberî êrîşê helwestek deyne.

Komalên Ciwan êrîşa hewayîya hevpar ya artêşên Tirkiye û Îranê ya li hemberî PJAK'ê şermezar kir û ji bo pêşxistina têkoşînê jî, ji ciwanan xwest tevlî gerîla bibin.

Kordînasyona Komalên Ciwan jî, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser hevkariya qirêj ya li hemberî Tevgera Azadiya kurd.

Komalên Ciwan hukumeta AKP'ê wekî hukumeta şer nirxand û got ku, AKP ji bo têkbirina îradeya azadiya kurd, hevkariya qirêj pêk tîne û herî dawî jî, di encama hevkariya bi hêzên Îran, Îsraîl, Emerîka û Hêzên Başûr de, êrîşê PJAK û kesên sivîl ên gundên herêma Qendîlê kiriye'.

Komalên Ciwan da zanîn ku, êrîşên dawîn nîşan daye dema kurd mijara gotinê bin, rejîma Îslamî ya Îranê, îslamiyetê ji bîr dike û di eniya Îsraîl, Emerîka û hin aliyên din de cih digire.

Kordînasyona Komalên Ciwan rêveberiya dewleta tirk hişyar û got: 'Bila dewleta tirk ku li ser bingeha şer hatiye avakirin, baş bizanibe, wê ne ji êrîşên li hemberî Rêber APO û gelê me û ne jî li hemberî gerîla, nikaribe encamek bidest bixe. Û ev êrîş jî wê daxwaza me ya têkoşînê kêm nebe û berovajî xurtir bibe'.

Komalên Ciwan soza xurtkirina têkoşînê jî da û ji ciwanên kurd jî xwest ku, ji bo xurtkirina têkoşînê tevlî gerîla bibin.

Yekitiya Ronakbîrên Demokratîk YRD'ê êrîşa hewayî ya li hemberî PJAK'ê bi zimanekî tûnd şermezar kir.

YRD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî endamên Buroya Çapemeniya PJAK'ê yên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.

YRD da zanîn ku, balafirên şer bi zanebûn buroya çapemeniyê hedef girtiye û got: 'Em şehîdan jî bidin, em di têkoşîna azadiyê de bi biryar in.

Yekitiya Ronakbîrên Demokratîk YRD'ê anî ziman ku wekî gel di pêvajoyeke têkoşîna zehmet re derbas dibin û got: 'Hêzên dagirker şerê bêpîvan kûrtir kiriye û li hemberî hemû kurdistaniyan şer îlan kiriye'.

YRD bi bîr xist ku hêzên dagirker li hemberî gelê kurd şerê hevpar dimeşînin û got: 'Ev yek jî, pêwist dike ku, em wekî gel, têkoşîna azadiyê ya li hemberî hêzên dagirker xurtir bikin'.

YRD destnîşan kir ku, 6 endamên PJAK'ê yên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dane, di şertên herî dijwar de, xebatên ronîkirina gel meşandin û di êrîşa 1'ê gulanê de gihiştin şehadetê.

YRD got ku, ewê xwedî kedkarên ronîkirina gel xwedi derkevin û soz didin ku, ewê ala têkoşîna Raman, Herîş, Firat, Armanc, Argeş û Vedat bilind bikin.

PJAK 6 gerîlayên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn, veşart û peyama hesab-pirsînê da.

Hêzên tirk û îranê di şeva 1'ê gulanê de, bi êrîşeke hewayî, Biryargeha Navendî û Buroya Çapemeniyê ya PJAK'ê hedef girtin.

Ji ber êrîşa hewayî ya Tirkiye û Îranê, 5 xebatkarên buroya çapemenî û gerîlayekê PJAK'ê jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo veşartina 6 gerîlayan doh li Herêma Parastina Medyayê merasimek hate lidarxistin.

Endamê Kordînasyona PJAK'ê Azad Evras di merasimê de axivî û bal kişand ser hevkariya Tirkiye, Îran û Iraqê ya li hemberî Tevgera Azadiya Kurd.

Fermandarê Biryargeha Leşkerî ya PJAK'ê Amed Hevraman jî di merasimê de axivî û bal kişand ser hevkariya Tirkiye û Îranê ya li hemberî Tevgera Azadiyê û got ku, ew êrîşa Tirkiye û Îranê wê bêbersiv nemîne û ewê hesabê êrîşan bipirsin.

Piştî axaftinan jî, 6 gerîlayên di êrîşa 1'ê gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi siloganên tolhildanê hatin veşartin.

< <<   >> >