Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Êrîşa hewayî... | Çap kirin |
 Êrîşa hewayî bi hevkariya hikûmetên Tirk Îran û Iraqê pêk hat.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK'ê da xuyakirin ku êrîş li ser bingehê li hevkirina di navbera dewletên tirk, Îran û Iraqê de pêk hatiye.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK'ê da xuyakirin ku êrîş li ser bingehê li hevkirina di navbera dewletên tirk, Îran û Iraqê de pêk hatiye.

PJAK'ê ji êrîşê rola Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û hukûmeta Kurd ji pirsî.

Meclîsa PJAK'ê da zanîn ku di êrîşa 1'ê Gulanê de biryargeha navendî bûye armanca êrîşan û bi bîr xist ku heman dever ji Newroza 2008'an û vir ve ji aliyê hêzên Îranê ve jî dihate bombekirin.

PJAKê bal kişand ser hevdîtinên di navbera heyetên Îran û Tirkiyê de û got her du dewletan li ser êrîşê li hev kiriye.

PJAK da zanîn ku balefirên keşfê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li ser Qendîlê firiyane û agahiyên bi destxistine dane dewleta Tirk.

Partiya Jiyana Azad PJAK ragîhand ku "Balefirên Şer ên artêşa Tirk di van êrîşan de qada hewayî ya Îranê bi kar anîn. Di navbera Îran û Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê de nakokî hene. Wê demê ji bo çi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di pîlaneke êrîşê de ku Îran jî têde ye cih digire ? Divê ev yek zelal bibe. Ji bo çi îstîxbarata Emerîka bi dest dixe ji bo berjewendiyên Îranê tê bikaranîn ?

Rolên hukûmeta Iraqê û hukûmeta Kurd di vê êrîşê de çi ye? Em ê weke partî, wekê hêzên rewa, heta ku Emerîka, hukûmeta Iraqê û hukûmeta herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke me îqna bike bidin, em vê yekê qebûl nekin.

Meclîsa PJAK'ê bi bîr xist ku di heman demê de alîkarê serokdewletê Iraqê Tariq Haşimî jî li tirkiyê bû û 'Di van hevdîtinan de planên êrîşên bi ser gelê Kurd û tevgera azadiya gelê Kurd hatine kirin'.

Meclîsa PJAK'ê diyar kir ku mumkun e di bombebaranê de çekên kîmyewî jî hatibin bikaranîn.

PJAK'ê bi bîr xist ku ji ber bombebaranên beriya niha li Qendîlê heywan telefbûne û piştî lêkolînên labaratuwarê ew agahiyên der barê mijarê de ji raya giştî re eşkere bikin.

PJAK'ê da zanîn ku ew ê êrîşên dewletên Îran û Tirkiyê bê bersiv nehêlin û li hemberî hevgirtina dewletên herêmê bang li tevahiya Kurdan kir têkoşînê xurt bikin.

PJAK'ê nasnameya gerîlayên ku di êrîşa hewayî ya balefirên şer ên artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Meclîsa PJAK'ê da zanîn ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê bûye hedefa êrîşa hewayî û 6 gerîlayên wan jiyana xwe ji dane.

Nasnameya gerîlayên PJAK'ê yên jiyana xwe ji dest dane weha ne.

Behçed Tekînalp, bi navê kod Firad Çelê di sala 1980'î li navçeya Colemêrgê Çelê ji dayik bûye.

Mehmed Gorgîn, bi navê kod Wedad Amed di sala 1971'ê li navçeya Amedê Farqînê ji dayik bûye.

Diyako Bextiyar, bi navê kod Hêrîş Amed di sala 1978'an li Mahabadê ji dayik bûye.

Kordo Elyalî, bi navê kod Argêş Bawer di sala 1984'an li Pîranşarê ji dayik bûye.

Cemal Resûliyê, bi navê kod Armanc Mêrîwan di sala 1975'an li Mêrîwanê ji dayik bûye.

Rehîm Borna, bi navê kod Raman Cawîd di sala 1979'an li Mahabadê ji dayik bûye.

< <<   >> >